Li Wanê welatî ji ber bihabûnê dinalin: ‘Bi girî û dest vala çû’
Hewlêr (Rûdaw) - Giraniya nirxan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînor derbas kirine. Berê xelkê ji ber erzaniyê berê xwe dida bazarên nava taxan lê niha tiştek li wan bazaran jî nayê kirîn.
Li Wanê, li nava bazareke gelêrî, kî devê xwe vedike, gilî û gazinan ji bihabûnê dike.
Ew dibêjin, dahata wan bi ti awayî têra mesrefa wan nake.
Dikandar jî ji ber kêmbûna firotinê nikarin kirê û mesrefên xwe din derxin.
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber bihabûnê rewşa bazarên taxan gelekî xirab e.
Ji ber rewşa xirab a aboroiyê û daketine şiyana kirînê ya welatiyan, li bazarê her kes ji rewşê bi gilî ye û dibêjin dahata wan bi ti awayî têra mesrefa wan nake.
Esnaf ji ber xirabbûna bazarê û kiryar ji ber zêdebûna nirxan dinalin.
Serokê bazareke taxan Mehmet Siddik Benlî got:
“Li gorî par ji ber rewşa aborî eleqeya welatiyan ji bo bazarê gelekî kêm bûye.
Li seranserî Tirkiyeyê ev pirsgirêk heye û li vir jî bi heman awayî.
Em bêjin encama siyaseta hikûmetê ya şaş e, em bêjin çi, piraniya bajaran di vê rewşê de ne.”
Serokê Bazara Taxa Ayê Mehmet Siddik Benlî diyar kir ku berê welatiyan bi 50 lîreyî pêdiviyên xwe yên midbexê dikirîn lê niha bi 800 lîreyî jî nikarin bikirin.
Benlî balê dikişîne ser rewşa esnafan jî û dide zanîn ku ji sedî 40ê bazarê li ser deynan dizivire û gelek esnaf deyndar in.
“Par bi 50 lîreyî bûn niha bi 100 lîreyî ne”
Musa Yildizê ku dikandariyê dike li ser rewşa bazarê got:
“Par min ev bi 100 lîreyî difirot, îsal bûye 200 lîre.
Ew ên ku par bi 50 lîreyî bûn niha bi 100 lîreyî ne.
Welatî tên di berîkê de 100 lîre heye, dê keskahiyê, pêlavê yan cilan çi bikire?
Bawer bikin wê rojê jinek hat ji ber nikarî du kilo keskahî bikire bi girî û dest vala çû malê.”
Malnişînek ku mûçeyê wan ê mehane 12 hezar û 500 lîre ye dibêje, ew mûçe tenê têra 10 rojan dike û 20 rojan bê pere ne û debara wan nabe.
Welatiyeke Wanî gilî û gazinên xwe kirin û da zanîn:
“Her tişt biha bûye, feqîr hatine perçiqandin û wan dewlemend bilind kirine.
Ez çi bêjim hêza me ya aborî têra tiştekî nake, ez malnişîn im, ez nikarim debara xwe bikim.
Rojane tişt biha dibin, êdî wiha nameşe.”
Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) roja 3yê Kanûna Pêşîn ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona meha Çiriya Paşîn, bi rêjeya ji sedî 2,24 zêde bûye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 47,09an.
Li gorî Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî rêjeya enflasyona meha Çiriya Paşîn ji sedî 4,06 e û ya salane jî gihiştiye ji sedî 86,76an.