Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir ku Tirkiye ji ber nehinartina Petrola Kurdistanê rojane Îraqê ceza dike.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Parlamentoya Îraqê li ser mijara Petrola Kurdistanê axivî.
Sûdanî amaje pê kir ku xeyn ji 50 hezar bermîlên ku ji bo bikaranîna herêmî tê hilberîn, hilberîna rojana ya petrolê gihiştiye 270 hezar bermîlî û got:
“Ev petrol hemû li parzûngehên Herêma Kurdistanê tê belavkirin û hinek jê jî neqlî derveyî Îraqê tê kirin.”
Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku piraniya berhemên petrolê di Îranê ve derbas dibin û ji Îranê xwest ku rê li ber vê yekê bigire.
Mihemed Şiya Sûdanî got ku nehinartina Petrola Kurdistanê xisarê dide Îraqê jî û divê dahata petrolê tevlî budceya federal bibe.
Li gorî gotina Sûdanî, Îraq ji ber ku neçar maye hilberîna petrolê kêm bike di bicihanîna biryarên OPEC Plusê de jî zehmetiyan dibîne.
“Aliyê Tirk her roj cezayê pereyan li Îraqê dibire”
Serokwezîrê Îraqê eşkere kir ku Tirkiye cezayê pereyan li Îraqê dibire û li pey çû:
“Aliyê Tirk her roj cezayê pereyan li Îraqê dibire, ji ber rawestandina hinartina petrolê tiştekî xwezayî ye ku gilî hebin.
Çimkî li ser hinartina petrolê ya bi rêya vê boriyê (Ceyhan) lihevkirinek heye û sînorê herî kêm heye.”
Çi bûbû?
Dadgeha Bazirganiya Navneteweyî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adara 2023yan veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.
ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.
Herêma Kurdistanê beriya wê biryarê, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol bi rêya wê xetê difirot.
Nêzîkî 75 hezar bermîl petrol ji Kerkûkê dihat hinartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse