Daketina lîreyê Sûrî bandoreke xerab li ser jiyana xelkê dike

05-12-2019
RÛDAW
Li gorî amarên 10 salên dawî, ev yekem car e ku nirxê lîreya Sûriyê bi vî awayê berbiçav dadikeve
Li gorî amarên 10 salên dawî, ev yekem car e ku nirxê lîreya Sûriyê bi vî awayê berbiçav dadikeve
Nîşan Lîreyê Sûrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, daketina nirxê lîra Sûriyê li beramber dolarê Amerîkî, bandor li ser nerxê zêr jî kiriye û ev yek bûye cîhê metrisiyê ji xelkê û ji bazirganên zêr re. Herwiha nirxên madeyên xwarinê jî giran bûye û ev yek bandoreke xerab li ser jiyana xelkê dike.

Li gorî amarên dawî her gramek zêr yê eyar 21, bi 33 hezar lîrê sûrî tê kirîn, û li deverên Idlibê bi 37 hezarî tê firotin.

Di 10 salên dawî de, ev yekem care ku nerxê lîra Sûriyê bi vî awayî dadikeve, berî niha bi nêzîkî 3 mehan, her dolarek bi 650 lîreyên Sûrî bû. Berî sala 2011an jî, her dolarek bi 45-47 lîre bû, niha her dolarek bi nêzîkî 820 lîre ye.

Li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi tevahî, û bi sedemên şerê navxwe û lawazbûna kerta aborî, kêmbûna yedeka diravên biyanî, nirxê lîra Sûriyê her diçe nizim dibe û ji ber vê yekê nirxê madeyên xwarinê giran dibe û bi gotina xwediyên xwaringehan, ew jî neçar dibin nirxan bilind bikin.

Xwediyê xwaringehê, Ehmed Ednanî dibêje, “Nirxê kelûpelan gelek zêde bûye, Xweda alîkarê xelkê be, rewşeke kambax e, îro û tevî ku filafil xwarineke normal e, madeyên sereke giran bûne, ev xwarina jî giran bûye, em neçarin nerxên xwarinê bilind bikin.”

Li hember giranbûna bazara dolar, bazara zêr jî giran dibe û weke vê dîmenê diyar dibe ku her giramek zêr, qîrat 21, bi 37 hezar lîre sûrî ye, û beriya niha her giramek bi 22 hezar lîre bû.

Zêrfiroş Ebdelah El-Sûs diyar dike, “Rêjîma Sûriyê sedema nizimbûna lîre ye, diravên biyanî li ba nemaye, neçar bûye dolar ji deverên rizgarkirî kom bike, li deverên rizgarkirî, alî hene bi rêjîmê re kar dikin û dolar bo rêjîmê dişînin.”

Li gorî diravguherên navçeyê, her dolarek navbera 900 ta 950 lîre sûrî ye, û beriya niha bi 600 lîre bû, daketina lîre bû sedema giranbûna hemû madeyên xwarinê li seranserî Sûriyê.

Dibe ku bazirgan li gor bazarê xwe qerebû bike û nerxê madeyan giran bike, lê tenê welatî baca wê tevliheviyê dide û neçar dibe bo debara jiyana xwe, her madeyekê bi rêjeya 100% bilind bûye, bikire.

Bazirganê bi navê, Ehmed Qebanî dibêje, “Yek kîlo şekir berê bi 300 lîre bû, niha bi 600 lîre ye, nerxê wê 100% bilind bûye, birinc berê bi 300 bû, niha bi 800 ye, wate bi qasî 150% giran bûye, hemû madeyên sereke giran bûne û welatî nikarin wek berê her tiştî bikirin.

Li gorî amarên 10 salên dawî, ev yekem car e ku nirxê lîreya Sûriyê bi vî awayê berbiçav dadikeve, berî niha bi nêzîkî 3 mehan, her dolarek bi qasî 650 lîreyên Sûrî bû. Berî sala 2011an jî, nirxê lîreya Sûrî 45-47 lîre li bermber 1 dolarî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst