Erzirom - Hemû enerjiya kargeha xwe ji tav û bermahiyan çêdike

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê xwediyê kargeheke mobîlyayan, ji bo lêçûnên enerjiyê kêm bike ji xwe re sîstemên alternatîf çêkirine.

Kargeha mobîlyayê li navçeya pîşesaziyê ya Erziromê li ser rûberê 4 hezar metreçargoşeyan hatiye avakirin.

Xwediyê kargehê ji bo xwe ji lêçûnên elektirîkê û gaza xwezayî rizgar bike, di kargehê de du sîstemên enerjiyê çêkirine.

Yek ji wan sîstema komkirina toz û telaşê daran e. Wan dişewîtine û avê pê germ dike ji bo sîstema sofajê ya di nava kargehê de.

Xwediyê kargehê pêşbînî dike bi vî awayî gaza xwezayî bi kar neyîne û îsal Îsal 600 hezar lîre jê re vegere.

"Pêwîstî bi gaza xwezayî nabe"

Karsaz Sefa Yalçin got, “Hemû makîneyên me sîstema xwe ya komkirina tozê hene.

Me embareke komkirina toz û telaşan çêkiriye. Ew toza dar û depan bi rêya boriyên hatine danîn li wê embarê kom dibe.

Zivistanê di sîtema taybet ya hatiye çêkirin de tê şewitandin û av pê tê germkirin. Bi vî awayî pêwîstî bi gaza xwezayî nabe.”

Di heman demê de xwediyê kargehê ji bo elektirîkê jî çareyek dîtiye.

Li ser banê kargehê biqasî 2 hezar metreçagoşe panelên berhemanîna elektirîka rojê danîne.

Ew dibêje berê lêçûna karebayê ya vê kargehê salane milyonek û nîv lîre bû lê niha ew pere ji wî re dimîne heta elektirîka zêde dimîne jî difiroşe.

Sefa Yalçin ev yek jî wiha anî ziman, “Piştî me destûr wergirt li ser banê kargehê jî me panelên enerjiya rojê danîn.

Bi wê sîstemê elektirîka hemû kargehê berhem tê û ya zêde jî em difiroşin dewletê.

Bi vî awayî kargeha me hem di nav û hem li ser ban berhem dide.”

Xwediyê kargehê Yalçin ji bo van her du sîsteman 10 milyon lîre xerc kirine.

Bi saya van her du sîsteman niha salane sûda wê zêdetirî 2 milyon lîre ye.

Ew dixwaze ev projeya wî bibe mînak ji bo karsazên nû da ku pişta xwe bidin enerjiya alternatîf û sûdeke baştir jê wergirin.