Hinardeya Bakurê Kurdistanê kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - GAIBê ragihand ku hinardeya kompanyayên endamên wan, di Îlona 2023yan de li gorî heman meha sala par ji sedî 6,3 kêm bûye.

Yekîtiya Hinardekarên Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GAIB) da zanîn ku hinardeya wan kompanyayan daketiye milyarek û 48 milyon û 248 hezar dolaran.

Serokê Koordînatoriya GAIBê Ahmet Fikret Kileci amarên hinardeya Îlona 2023yan eşkere kirin.

Ahmet Fikret Kileci da zanîn ku hinardeya wan herî zêde diçe welatên Rojhilata Navîn.

“Em ji bo rêjeya hinardeya xwe kêfxweş in”

Fikret Kileci amaje pê kir ku ew ji bo zêdekirina hinardeyê hewl didin û got:

“Hinardeya 9 mehên destpêkê yên sala 2023yan gihişt 6,6 milyar dolaran. Dema em li rewşa piştî erdhejê û qeyrana gerdûnî dinêrin em ji bo rêjeya hinardeya xwe kêfxweş in.

Em ji bo zêdekirina hinardeya herêma xwe dixebitin.”

Parêzgeha Dîlokê, di nav bajarên Bakurê Kurdistanê yên ku hinardeyê dikin de, di rêza yekem de cîh digire.

Piştî Dîlokê bajarên, Mêrdîn, Mereş, Meletî, Riha, Amed, Kilîs û Semsûrê tên.

GAIBê kelûpel herî zêde hinardeyî Herêma Kurdistanê, Îraq, Amerîka û Îtalyayê kirine.