HEWLÊR - Di pêşangeha navdewletî de zêdetirî 200 girêbest hatin îmzekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di 13mîn pêşangeha binesazî û kelûbelên xurek a li Hewlêrê de, zêdetirî 200 girêbest di navbera bazirganên Herêma Kurdistanê û bazirganên ji 24 welatên cîhanê de hatin îmzekirin.

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê, 13mîn Pêşangeha Binesazî û Kelûpelên Xurek birêve çû.

Ji 24 welatan zêdetirî 300 kompanî beşdarî wê pêşangeha ku 4 rojan berdewam kir bûn. Li Hewlêrê du pêşangehan hevdem dest pê kirin ku yek ya ‘project’ bo karûbarên avahîsaziyê û pêşangeha din jî bo amûr û navgînên cotkariyê bû.

Ji Kurdistan, Iraq, Amerîka, Fransa, Tirkiye, Çekya, Kuwêt, Qeter, Îran, Hindistan, Lubnan, Srî Lanka, Ukrayna, Kanada, Çîn, Poland, Îmarat, Swêd, Misir, Erebistana  Siûdî, Urdin, Kenya, Holanda û Malezyayê, hejmareke zêde ya kompanî û bazirganan beşdarî pêşangehê bûn.

Di navbera bazirgan û kompaniyên ku ji Qeterê beşdarî pêşangehê bûbûn, 10 girêbest li gel kompaniyên Herêma Kurdistanê îmze kirin.

Berpirsê firotinê yê kompaniya enerjiyê ya Qeterê, Osman Cewher ji Rûdawê re ragihand, “Di pêşangehê de ji gelek aliyan peywendî li gel me hatin danîn û piştî pêşangehê jî peywendiyên me dê berdewam bikin. Em dê li ser bingehên guncaw girêbestan çêbikin.”

Ji destpêka îsal ve li Hewlêrê, 18 pêşangeh hatin sazkirin û tê pêşbînîkirin heta dawiya salê 4 pêşangehên din jî bên pêkanîn.