Hewramî: Dana Gaz deyindarê hikûmetê ye nek hikûmet deyindarê wê ye

05-10-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê çavkaniyên sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî di bersiva şîrketa Dana Gaz de diyar kir ku hikûmet qet deyindarê şîrketa Dana Gaz nîne û wiha got: “Berovajî, şîrketa Dana Gaz zirar daye hikûmetê û divê vê zirarê qerebû bike.”

 

Pêwendiyên navbera hikûmeta Herêma Kurdistan û şîrketên Dana Gaz ber bi aloziyê ve diçe. Ev alozî piştî wê hat ku vê dawiyê her du alî hevdû bi deyindariyê tohmetbar dikin. Parlamenterkî Kurdistanî jî li pey vê mijarê çû û encamên wê ji Rûdawê re eşkere kir.

Berpirsê cîbicîkirina planên şîrketa Dana Gaz Patrîk Olman Ward, di daxuyaniyekê de bo ajansa Reutersê, hikûmetên Herêma Kurdistan û Misrê bi derengxistina mafên xwe yên darayî tohmetbar kir.

Li gorî Ward, ji ber vê yekê şîrketê nekariye xercê karên ku li par li Îmaratê kiriye jî bide.

Patrîk Olman Ward her wiha da zanîn ku hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî 430 milyon dolar deyindarê şîrketa Dana Gaz e.

Şîrketa Dana Gaz ku navendeke wê ya serekî jî li Îmaratê ye, ji sala 2007an ve li devera Germiyanê û ji sala 2011an ve li devera Kormorê li nêzîkî bajarê Hewlêrê li Herêm Kurdistanê kar dike.

Parlamenterê YNKê û endamê lêjneya neft û gazê ya parlamentoya Kurdistanê Goran Azad li pey vê mijarê çûye û derheqê vê yekê ji Rûdawê re ragihand, li gorî daxuyaniya ku wezareta çavkaniyên sirûştî ya Herêma Kurdistanê bi nivîskî jê re şandiye, derketiye holê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê deyindarê şîrketa Dana Gaz nîne.

Li gorî wê bersiv û daxuyaniya nivîskî ya wezaretê ku nusxeyek ketiye destê Rûdawê, wezîrê çavkaniyên sirûştî yê Herêma Kurdistanê Aştî Hewramî daxwaz ji şîrketa Dana Gaz dike ku bi awayekî nivîskî poşmanbûna xwe ji wê daxuyaniyê rabigihîne û wiha dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê qet deyindarê şîrketê nîne û peyva ‘pereyên derengketî’ jî peyvek ne cihê xwe de ye û tenê bo berovajîkirina rastiyan e.”

Di beşek din a daxuyaniya Hewramî de wiha hatiyeo gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber girêbesta şîrketa Dana Gaz û şîrketên girêdayî wê zirar dîtiye û divê Dana Gaz di demek kurt de hikûmetê qerebû bike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji mafên xwe bernade.”


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst