Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Çandinî yê Herêma Kurdistanê ragihand ku wan biryar daye hevsengiya di navbera berhemên biyanî û yê xwemalî biparêzin.
Wezîrê Çandinî yê Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd îro (05-09-2016) ligel komîsyona çandinî û çavdêrî ya Parlamentoya Kurdistanê û Yekîtiya Cotkarên Kurdistanê civiya.
Piştî civînê di daxuyaniyekê rojnamevanî de Mecîd got, “Em ligel hejmarek cotkarên devera Sîdekan û hecî ûmran civiyan. Di civînê de behsa pirsgirêkên cotkaran û hawirdekirina berhemên biyanî hate gotûbêjkirin.”
Ebdûlsetar Mecîd amaje bi wê yekê kir ku li Wezareta Çandiniyê ji bo kontrolkirina hawirdekirina berhemên biyanî çend biryar hatine wergirtin û got, “Emê giringî bidin geşedana berhemên navxweyî û nehêlin li bazarê zirar bigihe wan.”
Wezîrê Çandiniyê ragihand, “Me biryar daye gumrika li ser berhemên biyanî ji 250 dîrana derbixin 350 dînarî. Herwiha me komîsyon pêkanîne ku li gumrik û bazaran çavdêriya wergirtina gumrikê û nirxan bikin û hevsengiya navbera berhemên biyanî û xwemalî biparêzin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse