Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kirêya xaniyan ji sedî 65,93 biha dibe

05-08-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Kirêya Xaniyan Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê rêjeya zêdekirina kirêya xanî û avahiyan a tebaxê eşkere bû.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, piştî ku sînorê ji sedî 25 ê bihakirina kirêya xanî û avahiyan nema, dê êdî bihabûna kirêya xanî û avahiyan li gorî rêjeya enflasyonê were destnîşankirin.

Di vê çarçoveyê de kirêya xanî û avahiyan dê tebaxê herî zêde ji sedî 65,93 were zêdekirin.

Wekî nimûne eger kirêya xaniyekî meha borî 10 hezar lîre bû, dê vê mehê herî zêde bibe 16 hezar û 593 lîre.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), berî niha rêjeya enflasyona mehane û salane eşkere kiribû.

Li gorî wê, rêjeya enflasyona mehane ji sedî 3,23 û ya salane jî sedî 61,78 hatibû ragihandin.

Ev biryara nû, ji bo kesên ku heta beriya tebaxê xanî û avahî kirê kirine derbas nabe û dê ji 1ê Tebaxê ve were bicihanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst