TUIK û ENAGê amarên enflasyonê belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê ragihand ku enflasyona salane daketiye ji sedî 61,78an.

Lê belê ENAGê jî diyar kir ku rêjeya enflasyonê li Tirkiyeyê salane ji sedî 100,88 e.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amarên enflasyonê yên tîrmehê û salane eşkere kirin.

TUIKê ragihand ku enflasyona tîrmehê ji sedî 3,23 ye

Li gorî TUIKê, enflasyona salane jî daketiye ji sedî 61,78an.

ENAG: Enflasyona tîrmehê ji sedî 5,91 e û ya salane jî ji sedî 100,88 e

Li aliyê din, li gorî Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG), enflasyona tîrmehê ji sedî 5,91 e.

Herwiha li gorî ENAGê, enflasyona ya salane jî ji sedî 100,88 e.

TUIKê enflasyona hezîranê wekî ji sedî 1,64 û ya salane jî ji sedî 71,60 diyar kiribû.

Bi vê jî xuya dibe ku meha tîrmehê enflasyona salane hinekî daketiye.