Piştî gotinên Erdogan buhayê lîreyê Tirkiyê li hember dolarê Amerîkayê daket

05-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan şeva borî di weşaneke televizyonî de ragihand ku dê di Tebaxê de bi daketina faîzê re enflasyon jî dakeve.

Erdogan diyar kir, dema li rewşa aborî dinêrin, tê dîtin ku meyla mezinbûnê berdewam dike û got: “Emê di aboriyê de bigihên mezinbûneke ku ji sedî 7an derbas bike. Ji niha pê ve ne gengaze ku enflasyon zêde bibe û dê rêjeya faîzan jî dakeve. Ji ber faîza zêde, ji me re enflasyona zêde çêdike.”

Piştî nirxandina Erdogan, nirxê dolar ji sedî 1 zêdetir bilind bû û bi ser 8,57ê ket.

Ligel ku nirxê lîreyê Tirkiyê di Tîrmehê de ji sedî 2,5 bilind bû,  îro 5ê Tebaxê bi bilindbûna nirxê dolarê Amerîkayê, lîreyê Tirkiyê ket rêza pereyê ku di 2 rojên dawî de herî zêde nirxê xwe wenda kiriye.

Di Tîrmehê de ferqa navbera enflasyona salane û faîza Banka Navendî ya Tirkiyê hema hema daketibû sifirê û piranî aborînas û kesên pispor wek pêşbinî gotibûn ku êdî ne li bendê ne ku rêjeya faîzê dakeve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst