Nerazîbûna malnişîn û karmendan: TUIK me dixapîne

05-07-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Mûçeyê Xanenişiniyê Enqere Karker Fermanber DÎSK Enflasyon
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Qeyrana aborî bandoreke mezin li malnişîn û karmendan kiriye û li gorî wan êdî kêr gihiştiyê hestî lê TUIK wê qeyrana aborî nabîne û wan dixapîne.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) rêjeya enflasyona meha hezîrana îsal weke 1,64 eşkere kir.

Enflasyona 6 mehên îsal jî ji sedî 24,73 ye û wê vê mehê mûçeyê karmendan ji sedî 19,31 û mûçeyê malnişînên din jî ji sedî 24,73 li gorî vê enflasyonê were zêdekirin.

Karmend li dijî vê rêjeyê daketin kolanan û nerazîbûna xwe derbirîn. Ew baweriyê bi amarên TUÎKê naynin û eşkere dikin ku ew ji hemû rengê gendelî, derew û bêedaletiyê têr bûne.

Li gortî gotina karmendan baca karsazên mezin efû dikin lê mafê karmendan dixwin. Dikandar û karker jî dibêjin, em birçî ne û debara me nabe. Divê çareyekê êdî bibînin.

“TUIK me dixapîne”

Nûnera Sendikaya Mamostayan Eylem Yucerê ji Rûdawê re got:
“Em ji TUÎKê re dibêjin, em bi derewên we têr bûne. Êdî em ji her core gendelî, derew û bê edaletiya wan têr bûne‘ li vî welatî em karmend bacê didin.

Bacê li ser karsazên mezin radikin lê belê em karmend beriya herkesê baca xwe didin.

Malnişînê bi navê Kenan Işik jî da zanîn ku TUIK wan dixapîne û wiha axivî:

“Em ji vir dixwazin ji TUIKê re bibêjin ku dewlet derewan li miletê xwe nake.

Pêwîst e derewa nekin ya rastî çi ye bila bêjin û rêjeya rast ya enflasyonê bila aşkere bikin û mûçe jî bila li gorî vê rêjeyê bên diyarkirin. “

“Dê xelk hevdû bixwe”

Piştî ku TUIKê amarên fermî yên enflasyona meha 6an û 6 mehên îsal aşkere kir konfederasyonên sendikayan li berderiyê TUIKê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Serokê Şaxa 3yemîn a Sendikaya Egitim Îşê Dogan Dagdelen jî di wê baweriyê de ku TUÎK demeke dirêj e li ser daxwaz û fermana hikumetê li gorî berjewendiyên hikumetê kar dike û amarên rast belav nake.

Endamê Konfederasyona Sendîkayan (DÎSK) Orhan Yildirim jî eşkere kir ku amarên enflasyonê yên ENAGê û amarên TUÎKê hevdu nagirin. 2 heta 3 qat ferq heye.

Li aliyê din malnişîna bi navê Medine Altinê jî wiha got:

“Bihayê her tiştî zêde bûye û çûye. Ez malnişîn im û xanî jî bi kirê ye. Ka em çi bikin, eger rewş wisa berdewam bike xelk wê hevdû bixwin. “

Piştî eşkerekirina enflasyona meha 6an a îsal û 6 mehên îsal mûçeyê herî kêm yê xanenişîniyê ku 10 hezar lîre bû dê bibe 12 hezar û 473 lîre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst