TUIKê rêjeya enflasyona meha Hezîranê eşkere kir

05-07-2023
Zozan Çetîn
Nîşan Tirkiye TUIK Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) rêjeya enflasyona meha Hezîranê eşkere kir. Li gor amarên TUIKê rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê daketiye %38.21 û ya meha Hezîranê jî bi rêjeya %3.92 zêde bûye.

Piştî Civîna Kabîneyê ya roja Dûşemê 3ê Tamûza 2023an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erogan ragihandibû ku piştî diyarbûna rêjeya enflasyona meha Hezîranê ew dê mûçeyê fermanber û xanenişînan destnîşan bikin.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro 5ê Temuzê 2023an rêjeya enflasyona meha Hezîranê ragihand û li gor wê saziyê, di meha Hezîranê de rêjeya enflasyona salane ji %39,59 daketiye %38,21.

Herwiha li gor TUIKê, rêjeya Enflasyona meha Hezîranê jî %3.92 zêde bûye. Enflasyona 6 mehan jî ku fermanber li benda encamê bûn %19,77 zêde bûye.

Lê roja 3ê Temuza 2023an Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) amareke cuda derbarê rêjeya enflasyonê de ragihandibû.

Li gor amarên ENAGê, rêjeya enflasyona salane li Tirkiye bûye %108.5 û di meha Hezîranê de jî %8.54 e. Herwiha rêjeya enflasyona 6 mehan ji Çile heta Hezîranê jî wek %50.53 hatiye diyarkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst