Hewlêr (Rûdaw) - Piştî zêdeyî 2 hefteyan îro Duşemê, careke din deriyê Sînorî yê Sêmalka-Pêşabûr ê di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de, hat vekirin. Rêveberiyên wî deriyê sînorî li herdu aliyan, ragihandiye ku êdî derî li ber çûn û hatina welatî, rêxistin û tevgera bazirganî, weke berê hatiye vekirin.
Girtina derî bandoreke mezin li bazirganî û aboriya Rojavayê Kurdistanê kir, gelek kelûpel jî li nava bazarên Rojavayê Kurdistanê hatin ber nemanê weke kelûpelên xwarin, avahîsazî û şîrê zarokan ku beriya niha me behsa wê yekê kiribû.
Deriyê Pêşabûr-Sêmalka careke din hat vekirin. Derî ne tenê li pêş tevgera çûn û hatina rêwiyan, lê li pêş karê bazirganî jî hat vekirin. Tê pêşbînîkirin, êdî ew bandora girtinê li ser bazarên Rojavayê Kurdistanê nemîne.
Berî biryara vekirina Deriyê sînorî, cawfiroşekî Kurd ji nav bazarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîbû û behsa bandora xirab a girtina derî li bazarê kiribû.
Cawfiroş Xalid Emîn dibêje: “Girtina deriyê Pêşabûr bandoreke xirab li karê me kir. Bihayê kelûpelan zêde bû.”
Piştî vekirina derî, ev bazar niha li bendî wê yekê ye ku careke din germ bibe û qerebalixa xelkê li nav bazarê vegere wekî carên berê.
Bazirganekî ji nav bazarê ji Rûdawê re got, başiya dahata mewsîma îsal ya dexlûdanê û ji nûve vekirina Deriyê Sêmalka hêviyên bazirganan vê havînê geş kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse