TUIK: Rêjeya enflasyona salane daketiye %39.59

05-06-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK Tirkiye Enflasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê enflasyona mehane bi rêjeya %0.04 zêde bûye lê ya salane daketiye %39.59an. Di heman demê de Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyonê di meha Gulanê de %7.35 zêde bûye e û ya salane gihiştiye %109.01an.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro Duşemê 5ê Gulana 2023an amarên enflasyona meha Gulana 2023an eşkere kirin.

Li gor amaran, di Gulana 2023an de enflasyona mehane bi rêjeya %0.04 zêde bûye, li gor meha Kanûna sala bihorî %15.26 û li gor meha Gulanê ya par jî bi rêjeya %39.59 û di 12 mehên dawî de bi giştî %63.72 hatiye tomarkirin.

Li gor daxuyaniya TUIKê di diyarkirina rêjeya enflasyonê de bihayê gaza xwezayî wek “sifir” hatiye hesabkirin û piştî Kanûna 2021ê cara yekê ye rêjeya enflasyona Tirkiyê daketiye jêr %40î.

Di meha Gulanê de li gor heman meha sala par herî zêde bi rêjeya %68.98 xerciyên sektora xwaringeh û hotelan zêde bûne û herî kêm jî bi rêjeya %19.49 xerciyên cilûberg û pêlavan zêde bûne.

Ligel amarên TUIKê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %109.01 ye û ya Gulana 2023an jî bi rêjeya %7.35 zêde bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst