ENAG: Rêjeya enfilasyonê gihiştiye ji sedî 156

05-05-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyê  (TUÎK) ragihand, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di Nîsana îsal de rêjeya enfilasyonê ji sedî 7.25 bilind bûye û enfilasyona salene jî gihiştiye ji sedî 69.97. Li beramber  TUÎKê Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) jî ku saziyeke serbixwe ye, dibêje, rêjeya enfilasyonê di Nîsanê de ji sedî 8.86 bilind bûye û enfilasyona salane jî gihiştiye ji sedî 156.

Saziya Amaran a Tirkiyê îro Pêncşemmê 5ê Gulana 2022ê rêjeya enfilsyona meha Nîsanê û salane ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Li gor amarên TÛÎKê enfilasyon di Nîsana îsal de ji sedî 7.25 û enfilasyona salane jî ji sedî 69.97 bilind bûye, ku ev jî bilindtirîn rêjeya enfilasyonê ye di 20 salên dawî de ku li Tirkiye hatiye tomarkirin.

Lê li gor rapora Grûba Lêkolîna Enfilasyonê (ENAG) ku saziyeke serbixwe ye, enfilasyona meha Nîsanê li Tirkiye û Bakurê ji sedî 8.56 û enfilasyona salane bi rêjeya ji sedî 156.86 bilind bûye.

Li gor daneyên Saziya Amaran a Tirkiyê, di asta yekem de bilindtirîn rêjeya enfilasyonê li gor heman meha sala derbasbûyî bi rêjeya ji sedî 105.86 di di sektora veguhastin û gihandinê de hatiye tomarkirin. Sektora xorakê jî bi rêjeya ji sedî 89.10 di rêza duyem de û kelûpelên navmalê jî bi rêjeya ji 77.64 a enfilasyonê di rêza sêyem de tên.

Li gor amarên TUÎKê enfilasyon di Nîsana îsal de li gor heman meha derbasbûyî herî kêm bi rêjeya ji sedî 18.71 di sektora peywendîkirinê de hatiye tomarkirin, sektora cil û bergan bi rêjeya ji sedî 26.23 di rêza duyem de, sektora perwerdeyê bi rêjeya ji sedî 27.73 di rêza sêyem de û sektora tendirûstiyê jî bi rêjeya ji sedî 35.95 a enfilasyonê di rêza çarem de tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst