Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, elektrîka malan ji sedî 25 û elektrîka çandiniyê ji sedî 12,4 hat bihakirin.
Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) doh ragihand ku ji 5ê Nîsanê û pê ve elektrîka malan ji sedî 25, elektrîka saziyên hikumî û ya sektora taybet ji sedî 15, elektrîka sektora pîşesaziyê ji sedî 10 û elektrîka sektora çandiniyê ji sedî 12,4 hatiye bihakirin.
Gaza xwezayî jî hat bihakirin
Kompanyaya Veguhastina Petrol û Xetên Boruyan (BOTAŞ) ragihand ku ji meha Nîsanê û pê ve gaza xwezayî ya ji bo sektora pîşesaziyê ji sedî 20 û ji bo santralên hilberîna elektrîkê ji sedî 24,2 hatiye bihakirin.
Gaza xwezayî ya ji bo malan nehat bihakirin.
Aboneyên malan mehane ji bo hezar sêca gaza xwezayî 5 hezar û 631 lîreyên Tirkî ku dike nêzîkî 150 dolarên Amerîkî didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse