Nebatî: Di erdhejê de 104 milyar dolar samanên me ji dest çû

05-04-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Nurettin Nabatî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê Nurettin Nebatî got, "Ji ber wêranbûna erdhejê 104 milyar dolar samanên me ji dest çû. Divê em bi awayê herî baş nêzî mexdûrên erdehejê bibin."

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê Nurettin Nabatî di weşana zindî ya Haber Globalê de mijarên di rojevê de nirxand û bersiva pirsan da.

Nurattin Nebatî diyar kir ku enflasyon par ji sedî 80 bû û got: “Min gotibû ku dê ji meha Kanûnê ve dakeve. Enflasyona ku îro hat ragihandin li gorî hêviyan e. Mûçeyê kêmtirîn hat zêdekirin, weberhênan û serfkirin berdewam dike. Li hemberî karesata sedsalê ya ji ber erdheja 6ê Sibatê, dîtina enflasyoneke bi vî rengî li welatê me tê wê wateyê ku em bigihêjin tişta ku dihat hêvîkirin. Di meha bê de, tevî ku di meha Remezanê de nirxê xwarinê zêde bû jî, em dê bibînin ku enflasyon di meha Gulanê de dakeve jêr 50î û paşê dê hêj bêtir dakeve.”

Di medyaya Tirkiyê de gelek caran tê gotin ku li Tirkiyê krîza aboriyê û hêjariya xelkê her diçe kûrtir dibe û xelk nikare goşt birkire.

Nebatî amaje bi wê yekê kir ku goştê mihan erzan e û got: “Tama li Tirkiyê hatiye guhertin. Goştê mihan erzan e lê ji ber bêhna xwe nayê tercîhkirin. Ev jî divê bê guhertin. Divê ev xebat di çarçoveya plansaziyek diyarkirî de bên kirin û raya giştî ji berpirsyariya xwe dudil nebe. Tişta ku divê em li vir bikin pir girîng e ku navbeynkar bihayan zêde bikin an na. Helbet ên ku bi qestî buhayan zêde dikin jî hene. Ji aliyê exlaqî ve ne asayî ye ku kiryarên bi zanebûn bên kirin, lê lêkolînên me li ser wan hene.”

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê eşkere kir ku roja erdhejê 6ê Sibatê danê sibê saet di 05:00 de hatine wezîfedarkirin û wiha pê de çû: “Erdhejê tiştek wiha heye, ev du meh in em li qadan in. Hin serokên opozîsyonê dipirsin ka ew li ku ne. Dişibin masiyan. Bi rastî em wek masiyan in. Mîna ku erdhej têr neke li Rihayê lehî rabû. Em bi wezîrê xwe yê navxwe re qet ji wir derneketin. Dema mirov bi karesatekê re rû bi rû bimîne, bandorên wê giran in.

Ji ber wêrankirina erdhejê 104 milyar dolar samanên me ji dest çû. Divê em bi awayekî herî baş nêzî mexdûrên erdhejê bibin. Serê sibê dema ji xew rabûn, malbatên xwe, mal û warên xwe winda kirin. Wezîrên me ji min pirsîn ka em dê roja ewil çi bikin. Min got bi awayekî ku garentiyê bidin wan ku çi daxwazên wan hebin dê were pêkanîn herin wê derê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst