Gustîlka elmas a helesorî bi 71.2 milyon dolaran heta firotin

05-04-2017
RÛDAW
Nîşan Elmasa Helesorî Hong Kong Mezat
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Di mezata Hong Kongê de gustîlka bi elmas a helesorî ya 59,6 karatî, ku weke “Stêrka Helesorî” tê binavkirin, bi 71.2 milyon dolaran hate firotin.

 

Elmasa herî mezin a cihanê, di encamê mezatê de, ji aliyê kompanya mûcewheran a Hung Kongê Chow Tai Fook ve hate kirin.

 

Gustîlka elman a helesorî di Mala Mezata Sotheby de kete ber bazarê.

 

Ev elmas di sala 1999ê de li Arfîqa Başûr ji aliyê şîrketa De Beers ve di kanekê madenan de hatibû oeydakirin. Dihate gotin nirxê vê gustîlka bi navê Stêrka Helesorî, 60 milyon dolar e.

 

Beriya were keritandin elmas 132,5 karat bû û birîna wê 20 mehan berdewam kiribû.

 

Stêrka Helesorî, ku elmasa herî mezin a helesorî ya cîhanê ye, di 29ê Gulana 2003ê de li bajarê Monaco ya Fransayê ji raya giştî re hatibû eşkerekirin.

 

Elmasên ku pir kêm peyda dibin, di cîhanê de bi milyonan dolaran tên firotin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst