Êdî tenê zilam ne di xema nan de ne!

Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê êdî ne tenê zilam kar dikin çimkî jin jî li kêleka mêrên xwe ketine nav “xema” dabînkirina debara jiyanê.

 

Rewşa aborî û jiyanê li Rojavayê Kurdistanê pir zehmet bûye û li gorî hinek welatiyan jî, li wir “xela” hatiye.

 

Ji ber wê yekê, êdî jin mîna berê li hêviya zilamên xwe namînin û ew jî ketine xema dabînkirina debara jiyanê…

 

Zilam jî ji vê yekê kêfxweş in ku jin, wan tenê nahêlin…