Banka Cîhanî: Tirkiye di bihabûna xorakê de pêncemîn welat e

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora xorakê ya Banka Cîhanî, Tirkiye di zêdebûna enflasyona xorakê de li ser asta cîhanê di rêza pêncemîn de ye.

Banka Cîhanî, rapora xwe ya “Ewlehiya Xorakê” li ser malpera xwe belav kir. Li gor 30ê Çileya 2023ê bi rêjeya %285 welatê Afrîqî Zimbabve di rêza yekem de ye. Bi rêjeya %158 a enflasyona xorakê Venezuela di rêza duyem de ye û bi rêjeya %143 Lubnan di rêza sêyem de ye. Arjantin bi rêjeya %95 çaremîn welat e, ku li ser asta cîhanê bihayên xorakê lê zêde bûne.

Yek ji wan welatên ku bihayên xorakê herî zêde bilind bûne Tirkiyê ye. Tirkiye bi rêjeya %77 a enflasyona xorakê li ser asta cîhanê pêncemîn welat e. Di rêza şeşemîn de Gana, di rêza heftemîn de Sri Lanka, di rêza heştemîn de Ruanda, di rêza nehemîn de Surinam û di rêza dehemîn de Haiti heye.

Di rapora Banka Cîhanî de hatiye nivîsandin, qeyrana xorakê bi biryara hinek welatan ên sînordarkirina bazirganiyê hê jî kûrtir bûye. Heta meha Kanûna 2022ê 19 welatan 23 berhemên xorakê asteng kiribûn û 8 welatan jî 12 tedbîrên sînordarkirina bazirganiyê wergirtibûn.