Ji Meletiyê bi qasî 263 milyon dolar qeysî hatin hinardekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji qeysiyê Meletiyê yê xwediyê nîşaneya coxrafî ya Yekîtiya Ewropayê ye, di 6 mehên hinardeyê de 262 milyon û 727 hezar dolar dahat hat bidestxistin.

Serokê Borseya Bazirganiya Meletiyê Ramazan Ozcan ragihand ku di qeysiyê de werza hinardeyê di 1ê Tebaxa 2022yan de dest pê kir û wan di heyama 6 mehên werza hinardeyê de rêjeyeke baş bidest xistine.

Ozcan bal kişand ku amarên hinardeyê yên meha ewil a salê jî baş in û wiha dewam kir: "Me di meha çieleyê de 7 hezar û 436 ton qeysiyên hişkirî hinarde kir û me jê 39 milyon û 117 hezar dolar dahat bi dest xist. Me par di heman mehê de ji bo hinardeya 5 hezar û 337 tonî, 25 milyon û 986 hezar dolar dahat bi dest xistibû.

Her wiha me di 6 mehên sezona hinardeyê de 49 hezar û 355 ton qeysiyên hişkirî hinarde kir û me jê 262 milyon û 727 hezar dolar dahat bi dest xist. Eger heye ku em di vê sezonê de dahateke 460 milyon dolarî bi dest bixin."