Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî ku TUIKê rêjeya enflasyonê ya salê wekî ji sedî 44,38 eşkere kir, niha çav li ser meaşê malnişînan e.
Meaşê malnişînên SSK û BAG-KURê ji sedî 15,75 û meaşê malnişînên karmend jî sedî 11,54 dê werin zêdekirin.
Bi vê zêdebûnê meaşê herî kêm ê malnişînan dê ji 12 hezar û 500 lîreyên Tirkî bibe 14 hezar û 469 lîreyên Tirkî.
Malnişîn ji wê yekê ne razî ne û dibêjin debara wan bi vî meaşî nabe.
Malnişînekî li ser rewşa xwe got:
“Ji bo malnişîn karibin debara xwe bikin divê meaş ji sedî 30 were zêdekirin.
Wekî hûn dibînin berê me tişt bi kîloyan dikirîn lê niha em bi graman dikirin.”
“Em dê çawa debara xwe bikin”
Partiya sereke ya mixalefetê CHP dixwaze meaşê malnişînan herî kêm bi qasî meaşekî herî kêm be ku niha 22 hezar û 104 lîreyên Tirkî ye.
Hikûmetê li ser zêdekirinê biryara dawî nedaye.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz dibêje ji bo zêdekirinê pêwîstî bi guhertinên yasayî heye û meha Kanûna Paşînê dê biryara dawî bê dayîn.
Malnişîn ji rewşa heyî bê hêvî ne û dibêjin jiyana wan bi deynan dimeşe.
Malnişînekî din jî anî ziman:
“Ez hatim bazarê min hezar û 500 lîre xerc kirin.
Ez dê çawa debara xwe bikim ez nizanim.
Mehane ez 25-30 hezar lîreyan xerc dikim. Ez niha deyndarê bankayê me.”
Malnişînekî din jî da zanîn:
“Ez malnişîn im û nexweşê penceşêrê me.
Ez mehane 4-5 hezar lîreyan didim dermanan.
Ez nizanim em dê çawa debara xwe bikin.
Herî kêm divê meaşê malnişînan 20 hezar lîreyên Tirkî be.”
Niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 15 milyon malnişîn hene.
Hejmareke zêde ya wan meaşê malnişîniyê yê herî kêm werdigirin ku 12 hezar û 500 lîreyên Tirkî ye û nêzîkî 350 dolarên Amerîkî dike.
Bi zêdekirina nû eger bibe 14 hezar û 469 lîreyên Tirkî dike derdora 400 dolarî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse