Ji bo kirîna enerjiyê ji Îranê, Amerîkayê 3 meh efû ji bo Iraqê derxist

05-01-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê lêxweşbûna li ser Iraqê ya ji bo kirîna enerjiyê ji Îranê heta 3 mehên din dirêj kir. Di çarçoveya siza û dorpêçên Amerîkayên yên li dijî Îranê de, welatên cîhanê nikarin enerjiyê ji Îranê bikirin.

Berpirsekî Iraqê ji ajansa nûçeyan a Fransayê AFP re ragihandiye, Amerîka 3 mehên din lêxweşbûn ji Iraqî re derxistiye ku dikare bêyî cezakirina ji ber dorpêçên li dijî Îranê, gaz û elektrîkê ji Îranê bikre.

Tevî ku Iraq welateke xwedî petrol e, lê di warê enerjiyê de pêdiviya wê bi Îranê heye ku 1/3 ji pêdiviyên xwe yên elektrîk û gazê ji Îranê dabîn dike, ji ber ku jêrxana wê xerab e û nikare bixwe berhem bîne. 

Ji sala 2018 ku Amerîkayê dorpêç bi ser Îranê de sepandin, Iraq hate efûkirin, bi wê lêxweşbûnê Iraq dikare heya dawiya meha Nîsana bê elektrîk û gazê ji Îranê bikire. 

Berpirsê Iraqê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin, ji AFP re gotiye, efûya vê care ji yên berê baştire û ew yek jî “encama diyalogeke demdirêj e”.

Tehran daxwaza 6 milyar dolar pereyê enerjiyê dike ku Iraqê jê kiriye lê pereyê wê nedaye. Di çarçoveya dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê, ti welatek nikare li hember tevgera bazirganî ya li gel Îranê, bi dolar pere bide wî welatî û Bexdayê jî ji ber wê yekê nekariye pere bide Tehranê.

Her ji ber paşketina dana wan pereyan, Îranê di van rojên dawî de rêjeya hinardekirina gaza xwe ya bo Iraqê bi awayekê berçav kêm kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst