KESK: Pereyên hatibûn zêdekirin ji ber zebûna bihayên kelûpelan dîsa neman

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka KESKê Şukran Kablan Yeşil derbarê pereyên hatibûn zêdekirin ên Peymana Giştî ya Karkeran de diyar kir ku pereyên hatibûn zêdekirin li beramberî zêdebûna bihayên kel û pelan nemaye.

Şanda Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) serdanên xwe yên bajaran ku girêdayî proseya Peymana Giştî ya Karkeran birêve dibin berdewam dike. Di çarçoveya bernamê de şanda KESKê li Sendîkaya Kedkarên Buroyê ya Îzmirê konferanseke çapemeniyê saz kir.

Hevseroka KESKê Şukran Kablan Yeşil amaje pê kir ku di peymana 27ê Tebaxa 2021ê hatibû îmza kirin de daxwazên karkeran bi cîh ne aniye û got: “Li welatê me rêjeya enflasyonê li gor amarên xelet ên TUÎKê tên eşkerekirin. Lê em dizanin enflasyon zêdetirî van amaran e. Bo zêdekirina mûçeyên 2 salan ji sedî 5 û 7 hate diyarkirin. Ev jî ji ber zêdebûna bihayê kel û pelan hê nehatibû dayîn jinav çû.”

Kablan Yeşil diyar kir ku ji 2018an û heta niha daxwazên wan ji aliyên partiyên siyasî wek amûrekî hilbijartinan tên bikaranîn û şûna mercên jiyanê bên sererastkirin roj bi roj xirabtir dibe.

Saziya Amarên Tirkiyê (TUÎK), enflasyona meha Îlona 2021ê û ya salane eşkere kir. Li gor Saziya Amarên Tirkiyê, enflasyona Tirkiyê di meha Îlonê de %1.25 û di nav salekê de jî %19.58 zêde bûye.