Hinardeya Tirkiyê îsal herî zêde bo Herêma Kurdistan û Iraqê bûye

04-10-2021
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Iraq Tirkiye Hinardeya Tirkiyê Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hinardeya Tirkiyê di neh mehên destpêkê yên sala 2021ê de bo welatên cîran, gihişt 14 milyar û 500 hezar dolaran û hinardeya Tirkiyê di 9 mehên îsal de herî zêde bo Herêma Kurdistan û Iraqê bûye.

Li gor amarên Encumena Hinardekarên Tirkiyê, Tirkiyê neh mehên destpêkê yên sala 2021ê bi bihayê 14 milyar û 509 milyon û 605 hezar dolaran kelûpel hinardeyî welatên Îran, Gurcistan, Sûriye, Yunan, Iraq û Herêma Kurdistanê kirine.

Hinardeya Tirkiyê, li gor par %34.4 zêde bûye. Hinardeya Tirkiyê, neh mehên destpêka yên sala 2020ê bo heman welatan 10 milyar û 794 milyon dolar bû.

Di hinardeya Tirkiyê ya neh mehên destpêkê de Herêma Kurdistanê û Iraq, bi 6 milyar û 156 milyon û 461 hezar dolaran di rêza yekem de cih digrin.

Bi 2 milyar û 542 milyon û 798 hezar dolaran Bulgaristan di rêza duyem, bi 2 milyar û 9 milyon û 810 hezar dolaran Yunanistan di rêza sêyem, bi milyarek û 651 milyon û 194 hezar dolaran Îran di rêza çarem, bi milyarek û 83 milyon û 259 hezar dolaran Gurcistan di rêza pêncem û bi milyarek û 66 milyon û 80 hezar dolaran Sûriyê di rêza şeşan de cîh digire.

Herwiha Tirkiyê herî zêde madeyên kîmyewî û xorak bo welatên cîran hinarde kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst