Rêkeftinên enerjiyê yên Iraqê di jêr gefa girtina Balyozxaneya Amerîkayê de ne

04-10-2020
RÛDAW
Di dema serdana Serokwrezîrê Iraqê de bo Washingtonê, Bexdayê ligel pênc kompanyayên enerjiyê yên Amerîkayê rêkeftin îmze kir
Di dema serdana Serokwrezîrê Iraqê de bo Washingtonê, Bexdayê ligel pênc kompanyayên enerjiyê yên Amerîkayê rêkeftin îmze kir
Nîşan Amerîka Iraq Balyozxaneya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtina Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê niha gotegot derbas kiriye û li ser asta bilind a desthilata îdareya Washington û Bexdayê behsa wê yekê tê kirin.

Meha tebaxa îsal dema şandeke bilind a hikûmeta Iraqê bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî serdana Washingtonê kirin, bi 8 milyar dolar rêkeftin di navbera Iraq û kompanyayên Amerîkî de hatin îmzekirin ku piraniya wan derbarê bingehdanîna jêrxana enerjiya Iraqê de ne. Niha ew rêkeftina 8 milyar dolarî di jêr gefê de ye û ew jî ji ber egera girtina Balyozxaneya Amerîkayê ye.

Şirovekarê Iraqî Secad Cîhad dibêje: “Bêyî piştîvanî û hevkariya Washingtonê, zehmet e kompanyayên enerjiyê bikaribin pêbendbûna xwe ya bi rêkeftinan pêşan bidin ku ligel Iraqê îmze kirine.”

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Enerjiyê ya Amerîkayê ku 19ê Tebaxê hatiye belavkirin, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Dan Brouillette behsa wê yekê kiriye ku rêkeftinên warê enerjiyê yên di dema serdana Mistefa Kazimî bo Amerîkayê de hatine îmzekirin, “dibin berdestkirina enerjiyê bo siberoja Iraqê.”

Di dema serdana Serokwrezîrê Iraqê de bo Washingtonê, Bexdayê ligel pênc kompanyayên enerjiyê yên Amerîkayê rêkeftin îmze kir ku ew jî kompanyayên Chevron, General Electric, Baker Hughes, Honeywell, Stellar Energy ne.

Derbarê girtina Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê de û bandora wê li ser rêkeftinan, Kompanyaya Chevron ragihandiye ku daxuyaniyê derbarê xwezaya aliyê bazirganî yê rêkeftinê de nade. Hevdem Baker Hughes dibêje: “Rêkeftina ligel Bexdayê tenê jihevfamkirin bû û armanca wê ne karkirin e di projeyeke taybet de.”

Pirsa asayîşa parastina kompanya û Balyozxaneya Amerîkayê ji êrîşên biyanî û grûpên çekdar ên dijberên Amerîkayê ne nû ye lê dema derbasbûyî jî êrîş bo ser balyozxane û kompanyayên Amerîkî hatine kirin. Di Gulana sala borî de ji ber avêtina çend mûşekan bo Kêlgeha Petrolê ya Qerne 1 ku Kompanyaya Exxon Mobîl têde veberhênanê dike, bû sedem ku Exxon Mobil stafê xwe yê biyanî ji Iraqê vekşîne û ew kompanya niha ne amade ye hejmara karmendên xwe yên biyanî li Iraqê eşkere bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst