DÎLOK - Îsota hêrayî ji 8 hezar kesan re bûye deriyê debarê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê, îsota ku li qadeke bi qasî 26 hezar dekaran tê hilberîn ji hêla karkeran ve li fabrîqeyan tê hêrîn û dibe îsota hêrayî.

Îsota tûj piştî berhevkirinê tê paqijkirin da ku aflatoksîna wê jê biçe.

Hilberîner îsota ku li ber tavê tê hişkkirin û li fabrîqeyan tê hêrîn dişînin bajarên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û derveyî welat.

Serokê Odeya Ziraetê ya Îslahiyeyê Mehmet Kose got ku di navbera 7-8 hezaran de kes li qadan û fabrîqeyan di karê paqijkirina îsotan de dixebitin ku piranî jin in.

Bi gotina Mehmet Kose ew kes bi vî awayî piştgiriyê didin budceya malbata xwe.

Okkeş Koseyê ku li Îslahiyeyê xwediyê fabrîqeya îsotan e got ku îsota li navçeyê tê çînin dihêrin û dikin îsota hêrayî.

Kose diyar kir ku îsota hêrayî ji xeynî nav welat di serî de dişînin Brîtanya û Almanya û gelek welatên Ewropayê.