Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Em ji DAIŞê petrolê nakirin

04-09-2014
RÛDAW
Nîşan taner yildiz petrol daiş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Siruştî yên Tirkiyeyê Taner Yildiz got, “Behsa kirîna me ya petrolê ji DAIŞê, derew e.”

 

Taner Yildiz, îro li Enqereyê bi endamên Saziya Peyamnêrên Aboriyê re civînek li dar xist û pirsên wan bersivandin.

 

Li ser pirsa berdewamiya hinartina petrola Başûrê Kurdistanê Yildiz got, şandina 13mîn petrola tankêrê temam bûye û bi rojane dora 180 hezar bermîl petrol tê veguhestin.

 

Yildiz, derbarê nûçeyên li ser “Kirîna petrolê ya Tirkiyeyê ji DAIŞê” de wiha axivî:

 

“Behsa kirîna me ya petrolê ji DAIŞê, derew e. Petrola em dikirin, ya Iraqê ye. Eger Bexda û Erbîl ldi wê meseleyê de nekare sererastiyekê bike, sebebê vê ne Tirkiye ye. Petrola iraqê bi dîsa bi îhaleya bi destê wan hatî çêkirin tji bo Ceyhanê tê şandin. Em petrola Iraqê dinirxînin, ne ya Tirkiyeyê.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst