AMED - Kurm û pîrik bûne belayê serê cotkaran
Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê li zeviyan salekê zad, dexl û dan tên çandin sala din jî ji bo şûvhiştinê pembo tê çandin. Lewma pembo li deverê deriyekî girîng ê debarê ye. Lê îsal kurmikên kesk û pîrikên sor zerer û ziyaneke mezin digihinin beyarên ku tê de pembo hatine çandin.
Kurmikên şîn ango kurmikên kesk serê cotkarên pembo xistiye belayê. Ji ber kurmikên kesk û pîrika sor li gor cotkaran berhemhênana pembo li Amedê dikare nîva nîv kêm bibe.
Hîn ji berhevkirina pembo re mehek-du meh maye. Digel ku cotkar ji bo kurmik û pîrik nemînin derman jî diavêje zeviyên pembo, heta niha ev kêşe çareser nekirine.
Dema berhemhênan pembo kêm dibe paleyên nav zeviyan jî dereng pereyê xwe distînin. Ji ber ku li gor cotkarên pembo pereyê ku dewlet ji bo piştgirî û destekê dide nebe, ji binî ve zerer dikin.
Cotkar Husên Tûnç dibêje: “Pîrika sor û kurmikên şîn jixwe niha di destê min de ye, ne ji vana be serê donimê bi asanî 500-550 kîlo pembo derdikeve. Dema ew lê dixin dadikeve 300-350 kîloyî. Ne ji fono destekê be zerer e. Jixwe heqê ceyrana zêde tê.”
Paleyên ku li zeviyên pembo di bin germahiya çil û bênc dereceyî de kulbe û aşêf dikin, bi piranî zarok û nûcewan in. Fikara paleyan jî ew e ku ji ber zerer û ziyana kurmikan mûçeyên xwe di wextê de negirin.
Dewleta Tirkiyê ji bo hilberandina her tonek pembo 750 lîreyî wekî destek dide cotkaran. Li Amedê salane derdora 200 hezar ton pembo tê hilberandin.
Ger Jûr û Rêveberiyên Cotkarî çareyek ji kurmikên şîn û pîrika sor re nebînin dibe ku berhemhênana pembo nîve nîv kêm bibe.
Serokê Jûra Cotkarî ya Sûr a Amedê Mehmet Demîr jî diyar dike: “Kurmên şîn berbat e. A niha jî di nav zeviyan de heye, heta niha jî em derman dikin. Heta pembo vedike em ji ber kurmikên şîn derman dikin. Salê 4-5 caran em derman li zeviyan direşînin. Bi rastî endezyarên me jî li ser dixebitin. Daku kurmik nemînin. Lê digel vê yekê jî sal bi sal zêdetir dibin. Em dibêjin ku belkî îsal êdî kurmik tune bin, ji sala berê bêhtir dibin.”
Li Amedê 6 mîlyon û 500 hezar donim erd û zeviyên çandiyê hene. Ji vî erdî salane nêzîkî 400 hezar donimî pembo tê çandin.