Dolarên cemidandî û sexte li Rojavayê Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Di salên krîza Sûriyê de, ew her du curên dolar, sexte û cemidanidî li bazarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî berfereh belav bûne û ew yek ji bo bazirganan û xelkê bûye pirsgirêkek mezin.

Dolarê cemidandî çi ye?

Ew dolar e ku bi fermî ji bankên Amerîkayê derketine û numreya wê ya rêzbendî jî di banka Navendî ya Amerîkayê de tomarkirî ye, lê ji ber ku ew dolar ji bankan hatine dizîn, Banka Navendî ya Amerîkî numreyên wê cemidanine, kar pê nayê kirin, numreya wê ya rêzbendî rawestiyaye. Yanî ne sexte ye, lê ji ber wê yekê ew dolar erzan tê firotin.

Dolarê sexte çi ye?

Ew dolarê ku li derveyê çapxaneyên Banka Navendî ya Amerîkayê hatine çêkirin, numreya wê ya rêzbendî ya tomarkirî li Bankê tune ye.

Ew pereyên sexte li Sûriyê bi piranî li Reqayê peyda dibin û li derveyî ofîsên Serrafan xelk muameleyê pê dikin

Piraniya wan pereyên sexte di kirîn û firotina xanî û otomobîlan de bikar hatiye.

Pisporên aborî dibêjin: Dolarên sexte li Tirkiyê û Îranê têne çêkirin.