Banka Navendî ya Tirkiyê pêşbîniya enflasyonê ragihand

04-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Navendî ya Tirkiyê, pêşbîniya xwe ya enflasyona dawiya salên 2023 û 2024an neguherî. Banka Navendî ya Tirkiyê, di rapora pêş 3 mehan de ragihandibû ku li Tirkiye enflasyan dawiya sala 2023ê dibe %22.3 û dawiya sala 2024 dibe %8.8.

Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Şahap Kavcioglu, îro 4ê Gulanê rapora pêşbîniya enflasyon û dolar eşkere kir û got: “Me pêşbîniyên enflasyonê bo dawiya sala 2023ê wek %22.3 û bo dawiya sala 2024ê wek %8.8 sabit ragirt.”

Pêşbîniya enflasyona xorakê bo dawiya sala 2023ê wek %27.9 û bo dawiya sala 2024ê wek %11.5 hat ragihandin.

Herwiha li gor Banka Navendî ya Tirkiyê, dawiya sala 2023an dê bihayê petrolê 78.1 dolar be û dawiya sala 2024an 73.6 dolar be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst