Banka Navendî: Dê bihayê ard, nan, savar, goşt û berhemên şîr pir zêde bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku di çar mehên bê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê bihayê ard, nan, savar, goşt, hêk û berhemên şîr gelekî zêde bibe.Banka Navendî ya Tirkiyê di raporekê de ragihand ku di 4 mehên bê de dê bihayê ard, nan, savar, goşt, hêk û berhemên şîr gelekî zêde bibe.

Banka Navendî ya Tirkiyê derbarê bihayê genim û hinek xorakan de bi raporekê hişyarî da. Banka Navendî di raporê de ragihand, ji ber bihayê genim zêde bûye dê di 4 mehên bê de bihayê nan, ard, savar, goşt, berhemên çandiniyê û berhemên şîr gelekî zêde bibe. Banka Navendî dibêje, dê bihayê nû enflasyonê %17 bilind bikin.

Di raporê de derbarê bihayan de tê gotin; “Ji ber hişkesalî û zêdebûna nirxê pereyên biyanî di sala 2020ê de bihayê genimê nan zêde bû. Ji ber rewşa jeopolîtîk, bihayê genim ên navdewletî û pirsgirêka dabînkirina genim rîska li ser nan, meqerna, ard, savar û berhemên firinê berdewam e. Ji ber şerê Ukrayna û Rûsyayê li bazara navxweyî bihayê genimê nan %23.8 zêde bû. Li gor pêşbîniyên teknîkî zêdebûna bi rêjeya %10 bihayê genim di pêvajoya 4 mehan de enflasyonê %6 bilind dike. Di demekê de ku di navbera 23 Sibatê û 18ê Nîsanê de bihayê genim %28.3 zêde bûye (ku bandora nirxê pereyên biyanî, sotemenî û dabînkirin sabit bû) tê pêşbînîkirin, ev geşedan enflasyona nan û berhemên çandiniyê %17 zêde bike.”

Banka Navendî herwiha dibêje, bihabûna berhemên çandiniyê dê bandorê li bihayê êm jî bike û ew jî dê bibe sedema zêdebûna bihayê goşt, hêk û berhemên şîr.