Bihayê petrolê îro jî daket

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Duşemê piştî vekirina bazaran Asyayê di vê hefteyê de, bihayê petrolê careke din daket.

Vê sibê Duşemê her bermîlek petrol sivik a Teksasa Amerîkayê 1 dolar û 46 sent daket û bi 18 dolar û 32 sentan danûstandin pê hat kirin. Herwiha her bermîlek petrola Brent a Deryaya Bakur jî 90 sent daket û bi 25 dolar û 54 sentan danûstandin pê hat kirin.

Şêwirmendê Kompanyaya Axi Trade Stephen Anas di vê derbarê de got: “Destpêkirina şerê bazirganî bi awayekî demdirêj zerareke zêde dighîne bazara petrolê.”

Hefteya derbasbûyî bihayê petrolê yekem car bû ku di asta heftane de piştî mehekê bilind bû. Bihayê petrola Brent hefteya borî bi rêjeya ji sedî 23 bilind bû, lê vê hefteyê qezenca xwe ji dest da.

Sedema daketina bihayê petrol bi wê yekê ve tê girêdan ku Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din Çîn bi veşartina zanyariyên derbarê belavbûna vîrûsa Coronayê de tohmetbar kir û gef li wî welatî xwarine ku bacê li ser kelûpelên hawirdekirî yên Çînê ferz dike û bi vêna jî rêkeftina bazirganî ya navbera herdu welatan xistiye metirsiyê.

Sedemeke din jî kêmbûna daxawza bikaranîna petrola xav li ser asta cîhanê ye.

Şirovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê CMC Market, Michael McCarthy li ser heman mijarê got: “Ligel kalbûna hêviyan bo geşeya aborî, bihayê petrolê dîsan daket. “Bazirganên petrolê ji paşketina sektora pişesazî ya Almanya, Fransa û Îtalyayê nîgeran in.”

Berhemhênerên petrolê  ji destpêka vê mehê ve çûn nav rêkeftineke dîrokî bo kêmkirina asta berhemanîna petrolê.

Şêwirmendê Kompanyaya Axi Trade, Stephen Anas dibêje:“Destpêkirina şerê bazirganî bi awayekî demdirêj zerareke zêde dighîne bazara petrolê.”

Du kompanyayên mezin ên petrolê yên Amerîkî Chevron û Exxon Mobil ragihandine ku rojane 800 hezar bermîl petrol kêm dikin.

Li gor şirovekarên petrolê, bi kêmanî salek pêwîst e, daku daxwaza li ser petrola xav vegere bo nêzîkî 100 milyon bermîl di rojekê de û heta wê demê jî zehmet e bihayê petrol vegera asta bilind a sala 2019ê.