Budce îro dikeve rojeva Parlamentoya Iraqê

04-05-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Parlamentoya Iraqê wê îro bicive û gotûbêjkirina projeyasaya budceya 2014an a Iraqê di nav karnameya wê de ye. Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê jî dibêje ew tevlî wê civînê nabin.

Berdevkê Hevpeymaniya Kurdistanê Muayed Teyib ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew bi ti awayekî tevlî civînekê parlamentoyê nabin eger budce di rojeva wê de be.

Teyib herwiha got “Heta ku daxwazên Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceyê de cih negirin, emê tevlî civînê nebin”.

Di 30ê nîsanê de iraqiyan nûnerên xwe yên nû di Parlamentoya Iraqê de diyar kirin, lê belê parlamenterên niha wê heta 14ê tîrmehê li ser kar bimînin û dikarin projeyasayan pesend bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst