Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî amarên Wezareta Bazirganî û Pişesazî ya Herêma Kurdistanê, di heyama 12 salên derbasbûyî de, anku di navbera salên 2004 û 2015ê de, bi buhayê 5 milyar û 232 milyon dolar qumaş û keresteyên ristin û çinînê hatiye haweridekirin.
Bazirgak jî dibêje niha Herêma Kurdistanê bûye cihê bazara qumaşê hindî û ji vir qumaş ji bo welatên din diçe. Lê ji ber krîza darayî, rêjeya hawirdekirinê di sala 2015ê de ji sedî 15.5 daketiye.
Li gorî amarên Wezareta Bazirganî û Pişesaziya Herêma Kurdistanê di sala 2015ê de bi buhayê 387 milyon dolar keresteyê ristin, çinîn û cilûbergan ji Tirkiyê ve hatiye hawirdekirin.
Herwiha ji Çînê 116 milyon dolar, ji Îmaratê 59 milyon dolar, ji Îranê 36 milyon dolar, ji Koreya Başûr 7 milyon dolar, ji îtalyayê 4 milyon dolar, ji Amerîkayê 3 milyon dolar, ji Hîndistanê 1.6 milyon dolar, ji Brîtanyayê 680 hezar dolar, ji Fransa 631 hezar dolar, ji Belcîka 296 hezar dolar û ji Japonyayê jî 236 hezar dolar keresteyê ristin, çinîn û qumaş hatiye hawirdekirin.
Pisporê aborî Bextiyar Sabîr dibêje; “Ev pereyê ku her sal ji bo hawirdekirina qumaş û keresteyê ristinê diçe derve, ziyaneke mezin digihîne aboriya Herêma Kurdistanê. Ji ber ku pereyekê zêde ye. lewma divê hikûmeta Herêma Kurdistanê hizra avakirina kargehên çêkirina qumaş û van alavên din bide.”
Gelo Hewlêr dibe cîgirê Dubeyê?
Li gorî dûvçûnên Wezareta Bazirganî û Pişesaziyê di sala 2015ê de, ji sedî 23ê wê qumaş û keresteya hatiye hawirdekirin, ji Herêma Kurdistanê ji bo bajarên Iraqê û herwiha Tirkiyê hatine hinardekirin. Piraniya van qumaşan jî ya jinan bûye.
Bazirganê hewlêrî Hesen Husên ji Hîndîstanê qumaş hawirde dike û dibêje; “Li Herêma Kurdistanê daxwazeke zêde liser qumaşê jinan û bi taybet ê markaya hindî heye. Em hersal bi buhayê nîv milyon dolar qumaş tînin.”
Hesen Husên dibêje, ji sedî 90ê qumaşê ji Hîndîstanê tînin, li ser daxwaza wan û dîzayna wan ji aliyê kargehên Hîndîstanê ve tên çêkirin.
Bazirganê hewlêrî dide zanîn, ku beşek ji vê qumaşê jî tînin Herêma Kurdistanê û ji vir dişînin Iraq, Tirkiye û Îranê. Husên dibêje; “Iraq, Îran û Tirkiye qumaşê hindî ji Hewlêrê dibin, lewma Herêma Kurdistanê di vê mijarê de pêşbirkê ligel Dubeyê dike. Niha Hewlêr bûye navendeke qumaşê jinan.”
Kargeha qumaşan çima hate girtin?
Di dawiya sala 1979ê de hikûmeta Iraqê yaw ê demê li Hewlêrê kargeheke qumaş û keresteyên ristinê damezrandi. Heta sala 2004ê jî li vê kargehê qumaş dihate berhemanîn. Lê jiber mesrefa zêde û bi erzanî hawirdekirina berhemên hawirde, karê vê karghehê rawestiya. Paşî hikûmetê hemû alav û makîneyên kargehê firot.
Rêveberê Navenda Zanyarî yê Wezareta Bazirganî û Pişesaziyê Endazyar Ebris Eywan 24 salan di kargeha qumaşê ya Hewlêrê de kar kiriye û 10 salan jî rêveberê berheman bûye.
Eywan ji Rûdawê re got; “Sedemên girtina kargeha qumaş pir in lê sedema sereke bêxemiya hikûmetê ye. heta raperînê karên me pir bi berhemdar bûn. Bi kalîteyeke baş qumaş dihate çêkirin. Lê piştî raperînê ji ber dabînnekirina pêwîstiyan, hêdî hêdî çalakiyên kargehê kêm bûn. Jiber qumaşê haqwirde mesref û lêçûna qumaşê me têra dahata bazarê nekir lewma hikûmetê di sala 2004ê de kargeh girt.”
Ebris Eywan dibêje, qumaşê kargeha Hewlêrê bi hiriya xwemalî dihate çêkirin. Hiriyeke ne baş dihate kirîn lewma kalîte jî her çû daket. Herwiha xelkê zêdetir daxwaza qumaşa hawirde dikir.
Li Duhokê kargeheke biçûk ê qumaşê û li Silêmaniyê jî kargeha cilan hebûye lê niha ew jî hatine girtin. Niha salane nêzîkî 500 milyon dolar ji bo kirîna qumaş û keresteyên ristin û çinînê diçe derve.
Lê Bextiyar Sabîr diyar dike; “Ajaldarên Herêma Kurdistanê pir in û hersal hiriyeke baş berhem tînin. Lê jiber nebûna kargehên qumaşê ji wan sûd nayê wergirtin. Lewma jî ev hirî bi nirxekî erzan diçe derve.”
Bi nêrîna Sebîr eger kerta teybet kargeheke hirî çêbike dê bikare ji vê hiriyê sûd werbigre û wê demê dê berhema hawirde kêm bibe û derfeta kar ji bo sedan kesan jî çêbibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse