Salane 1 milyon ton birinc bo Kurdistan û Iraqê tê hawirdekirin

04-03-2019
RÛDAW
Nîşan Kudistan Iraq Birinc Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Bazirganî ya Kurdistanê ragihand ku ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, salane 1 milyon ton birinc tê hawirdekirin. Wezaretê da zanîn ku ji %98ê vî birincê ku tê hawirdekirin, ji dergehên sînorî yên Herêma Kurdistanê têne herêmê û Iraqê.

 

Birinc, yek ji dewlemendtirîn berhemên adanê yên dinyayê ye û di lîsta berhemên ku herî zêde têne çandin de, li dû genim, di rêza duyem de ye.

 

Her çend ax û hewa Kurdistan û Iraqê ji bo çandin û hilberîna birinc goncav be jî, ji ber berhema ku herî pir tê xeritandin e, ji %85ê birincê Herêma Kurdistan û Iraqê, ji çend welatên cûda tê hawirdekirin.

 

Li Kurdistan 150 markayên birinc hene

 

Herçend di 2015an de 876 hezar û 400 ton birinc, bi bûhayê 615 milyon dolarî hatibe hawirdekirin jî di 2016an de 996 hezar û 660 ton birinc, bi bûhayê 541 milyon dolarî hatiye hawirdekirin.

 

Birêveberê Giştî yê Kompanyaya Bamuyê Hecî Bahaadin Cemal Raşit ragihand ku li Herêma Kurdistan û Iraqê birinc, rojane tê xeritandin, her sal xwesteka birinc zêdetir dibe û ji ber ku hemû bazirganên Iraqî hevsengiya bûha û qualîtiya birinc, bi şêweyeke baş di bin kontrolê de dihêlin, birinc ji kompanyayê Herêma Kurdistanê dikirin.

 

Cemal Raşît her wiha da zanîn ku ji 100 kompanyayên ku birinc hawirdeyî Kurdistanê dikin, çend kompanya, bi mebesta reqabetê, heman birincî bi ser navê markayên cuda pêşkêşî bazarê dikin û diyar kir ku bi fermî 150 markayên birinc hene.

 

Hecî Bahaadin Cemal Raşit anî ziman ku ji 150 markayên fermî, 40 marka di bazarê de cih digirin ji wan jî 20 marka bi awayekî baş birinc difroşin. Raşîd balê kêşa ser reqabeta xapîner.

 

Li gor daneyên fermî yên gelemperiya Iraqê, di 2015an de serê mirovî 26.4 kîlogram birinc dikeve. Di 2016an de serê mirovî  bûye 31.6 kîlogram, di 2017an de jî bûye 32.9 kîlogram.

 

Li Herêma Kurdistanê jî rêjeya dabeşbûna birinc sal bi sal zêdetir bûye. Di 2015an de serê mirovî 32.5 kîlogram, di 2016an de 32 kîlogram û di 2017an de jî bûye 32.9 kîlogram.

 

Di nav van daneyan de rêjeya xeritandina birinc a biyaniyan jî heye. Li Herêma Kurdistanê serê kesên biyan 40 kîlogram birinc dikeve.

 

Ji 12 welatan birinc tê hawirdekirin

 

Di 2017an de ji Hindistanê 550 hezar ton, ji Vîetnamê 180 hezar ton, ji Ûrûgûayê 95 hezar ton, ji Amerîkayê 33 hezar ton, ji Îranê 8 hezar ton, ji Tirkiyê 7 hezar ton birinc tê hawirdekirin. Ji bilî van welatan ji Rûsya, Pakistan, Qazakistan, Îtalya, Îspanya û Hollenda jî birinc tê hawirdekirin.

 

Karsaz Cotyar Omer, di derbarê bûha û qûalîtiya birinc de diyar kir ku du cûreyên birinc ên ku têne hawirdekirin hene û got: “Beşa yekem; birincê drêje ku wek 11 û 21 tê binavkirin. Birincên herî bûha ev in û toneke wan di navbera 1250 û 1350 dolarî de ye. Beşa dûyem jî ji cûreyên wek Şerbetî, Şikestî û Zehabî tê binavkirin. Bûhayê van cûreyan jî di navbera 900 û 1100 dolarî de ne.

 

Hin cûreyên din ên ku ji Amerîka, Rûsya û Çînê têne hawirdekirin jî, li gor qalîteya xwe, bûhayê tonekê di navbera 550 û 1200 dolarî de ye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst