RIHA – Salane 8 hezar ton masî tên berhemanîn

04-02-2024
RÛDAW
Nîşan Amed Gêl Qeza Riha Masî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, li tesîsên li peravên Çemê Feratê salane 8 hezar ton masiyên deqsor tên berhemanîn.

Li peravên Çemê Feratê yên parêzgehên Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê, berhemanîna masiyên deqsor bûye sektoreke girîng a aboriyê.

Şaxa Masîvanî û Berhemên Avê ya Saziya Çandinî û Daristanê ya Rihayê ragihand ku li sînorê parêzgehê li tesîsên li ser Çemê Feratê salane 8 hezar ton masî tên berhemanîn.

Masiyên deqsor ên li tesîsên Dîlok û Rihayê tên berhemanîn ji bilî bazara navxweyî ji Rûsya, welatên Ewropayê û welatên Rojhilata Dûr re jî tên hinardekirin.

Li peravên Çemê Feratê yên Riha û Dîlokê 42 tesîsên berhemanîna masiyan hene û li wan tesîsan salane nêzîkî 30 hezar ton masî tên berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst