Hinardeya qeysiyên hişkkirî yên Meletiyê rekor tomar kir

04-01-2023
RÛDAW
Qeysiyên hişikkirî yên Meletiyê
Qeysiyên hişikkirî yên Meletiyê
Nîşan Meletî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor amarên fermî di sala 2022an de berhemê qeysiyan li Meletiyê li gor sala 2021an ji sedî 13 zêde bûye û 76 hezar û 335 ton qeysî bi bihayê 402 milyon dolar ji wê parêzgehê bo derve hatiye hinardekirin.

Parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê sala 2022an di hinardeya qeysiyên hişkkirî de rekor tomar kir. Tenê di Kanûna 2022an de 10 hezar û 47 ton qeysiyên hişkkirî ji wê parêzgeha Bakurê Kurdistanê hatine hinardekirin, bi vê jî Meletiyê 50 milyon û 908 hezar dolar dahat bidest xistiye.

Li gor amarên hikûmeta Tirkiyê, di sala 2022an de berhemê qeysiyan li Meletiyê li gor sala 2021an ji sedî 13 zêde bûye. Ew di qeysiyên hişkkirî de ji sedî 15 ye.

Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê, Ramazan Ozcan dibêje, “Di sala 2022an de 76 hezar û 335 ton hinardeya me ya qeysiyên hişkkirî hebû. Çîroka vê hinardeyê ji sala 1960an ve destpê kiriye û ev cara yekem e me 402 milyon dolar dahata me ji qeysiyan hebe.”

Meletî bi rêya hinardeya qeysiyên hişkkirî û dendikên qeysiyan sala 2022an zêdeyî 54 milyon dolar dahat bidest xistibû.

Her yek ji Almanya, Îtalya  û Çîn sê welatên pêşeng in di kirîna qeysiyên Meletiyê de. Çîn ku di rêza sêyem de ye par nêzîkî 4 hezar ton qeysiyên hişkkirî ji Meletiyê kirîne.

Serokê Borseya Bazirganiyê ya Meletiyê herwiha behsa hinardekirina dendikên qeysiyê jî dike û dibêje, “Me 4 hezar û 950 ton dendikên qeysiyan hinarde kirine, me 18 milyon û 185 hezar dolar dahat bidest xistiye.”

Li gor rapora Enstîtûya Aboriya Çandinî û Geşedana Polîtîkayan a Tirkiyê Meletî dikare salane nêzîka 50 hezar ton qeysiyên ter û nêzîka 350 hezar ton qeysiyên hişkkirî hinarde bike. Ev ji bilî hinardekirina dendikên qeysiyan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst