MetroPOLL: Li Tirkiyê rêjeya enflasyonê ya ku xelk pê dihesin zêdeyî %170 ye
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînê ya MetroPOLLê %47.5 beşdaran gotiye rêjeya enflasyonê ya sala 2022ê ku pê dihesin %170 û jortir e. Herwiha bersiva hilbijêrên AKP û MHPê jî ne li gor rêjeya Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ne.
Kompanya Lêkolînê ya MetroPOLLê encamên lêkolîna “Nebza Tirkiye -Kanûna 2022ê- Li gor we rêjeya enflasyonê ya sala 2022an çende” eşkere kir. Lêkolîn li 28 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera 13 û 18ê Kanûna 2022an de ligel 2 hezar û 77 kesan hatiye kirin.
Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) roja Sêşemê 3ê Çileya 2023an amarên enflasyona meha Kanûna 2022an eşkere kirin. Li gor amaran, di Kanûna 2022an de enflasyon bi rêjeya %1.18 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyê gihiştiye %64.27 ku Mijdara 2022an ev rêje %84.39 bû.
Lê li gor encamên rapirsiya MetroPOLLê ji %47.5 beşdaran gotine ew pêdihesin ku li Tirkiye rêjeya enflasyonê %170 û jortir e. Herwiha %35,9 hilbijêrên AKPê û %39 hilbijêrên MHPê jî heman bersiv dane.
Li ser pirsa “Li gor we rêjeya enflasyonê ya sala 2022an çende” beşdaran gotiye:
- %24.2 beşdaran gotine rêjeya enflasyonê %84
- %18.8 beşdaran gotine rêjeya enflasyonê %170
- %47.5 beşdaran gotine rêjeya enflasyonê %170 û zêdetir e
- %9.5 beşdaran gotine nizanim
Ligel amarên TUIKê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihandibû ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %137.55 e û ya Kanûna 2022an jî bi rêjeya %5.18 zêde bûye. Rêjeya enflasyonê ya fermî ku hatiye ragihandin ya herî kêm a 9 mehên dawî ye.