MetroPOLL: Li Tirkiyê rêjeya enflasyonê ya ku xelk pê dihesin zêdeyî %170 ye

04-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolînê ya MetroPOLLê %47.5 beşdaran gotiye rêjeya enflasyonê ya sala 2022ê ku pê dihesin %170 û jortir e. Herwiha bersiva hilbijêrên AKP û MHPê jî ne li gor rêjeya Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ne.

Kompanya Lêkolînê ya MetroPOLLê encamên lêkolîna “Nebza Tirkiye -Kanûna 2022ê- Li gor we rêjeya enflasyonê ya sala 2022an çende” eşkere kir. Lêkolîn li 28 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di navbera 13 û 18ê Kanûna 2022an de ligel 2 hezar û 77 kesan hatiye kirin.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) roja Sêşemê 3ê Çileya 2023an amarên enflasyona meha Kanûna 2022an eşkere kirin. Li gor amaran, di Kanûna 2022an de enflasyon bi rêjeya %1.18 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyê gihiştiye %64.27 ku Mijdara 2022an ev rêje %84.39 bû.

Lê li gor encamên rapirsiya MetroPOLLê  ji %47.5 beşdaran gotine ew pêdihesin ku li Tirkiye rêjeya enflasyonê %170 û jortir e. Herwiha %35,9 hilbijêrên AKPê û %39 hilbijêrên MHPê jî heman bersiv dane.

Li ser pirsa “Li gor we rêjeya enflasyonê ya sala 2022an çende” beşdaran gotiye:

  • %24.2 beşdaran gotine rêjeya enflasyonê %84
  • %18.8 beşdaran gotine rêjeya enflasyonê %170
  • %47.5 beşdaran gotine rêjeya enflasyonê %170 û zêdetir e
  • %9.5 beşdaran gotine nizanim

Ligel amarên TUIKê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihandibû ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyê %137.55 e û ya Kanûna 2022an jî bi rêjeya %5.18 zêde bûye. Rêjeya enflasyonê ya fermî ku hatiye ragihandin ya herî kêm a 9 mehên dawî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst