Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya teknolojiyê ya Amerîkî Apple bû yekemîn kompaniya ku di borsayê de buhayê pişkên wê 3 trîlyon dolar derbas kir.
Buhayê pişkên Apple ku ji sala 2020an û derketina pandemiya Covid-19 ve zêdetirî 3 qatan bilind bû, ji roja Duşemê ve ji sedî 3 zêde bû.
Di roja ewil a bazirganiyê ya îsal de nirxê her pişkeke kompaniya Apple derket 182,88 dolarî.
Sermayeya bazarê ya kompaniyê jî di nava rojê de gihîşt 3 trîlyon dolarî. Bi vî awayî, Apple bû yekemîn kompaniya ku di borsayê de buhayê pişkên wê 3 trîlyon dolar derbas kir.
Piştî Apple, Microsoft bi sermayeya bazarê 2,5 trîlyon dolar û Alphabet a damezrênera sereke ya Google, bi sermayeya 1,9 trîlyon dolar tê.
Cara yekê di 2ê Tebaxa 2018an de buhayê pişkên Apple gihîşt 1 trîlyon dolarî û di 19ê Tebaxa 2020an de gihîşt 2 trîlyon dolarî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse