Akademîsyen Ferîd Sedûn: Dahat û budceya Rêveberiya Xweser ne zelal e

04-01-2021
RÛDAW
Akademîsyen Ferîd Sedûn, wêne: Rûdaw TV
Akademîsyen Ferîd Sedûn, wêne: Rûdaw TV
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyenê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê, Dr Ferîd Sedûn derbarê rewşa aborî ya Rojavayê Kurdistanê de dibêje: “Ti kes nizane budceya darayî ya Rêveberiya Xweser çi qas e, çi qas pere tên çi qas pere diçe heta îro ti zelalî tê de tine ye.” Bi gotina Sedûn, herwiha sîstema ku ji bo karmendan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye avakirin, bi şêweyeke dezgehî nîne û di kontrola kesayetan an partiyan de ye.

Bêtir diket bin kontrola kesayetiyê ji ber ku ew dikarin wek sîstemek an rejîmek bêtir ber xwe bidin.

Sedûn ji bo xizmetên tên kirin jî got, gavên ku dixwestin ber bi pêş ve bavêjin û xizmeta ku dixwestin ji bo civaka Rojavayê Kurdistanê re bikin ne di asta bilind de bû.

Ji bo avakirina sîstemekê, Sedûn dibêje, niha ji Rêveberiya Xweser tê xwestin ku li xwe vegere û bi awayekî akademî û zanistî qanûneke deyne û ew qanûn jî dikaribe di sîstema Rêveberiya Xweser de bi kar bê.

Derbarên mûçeyan de jî, Dr Ferîd Sedûn got gelek kes hebûn ku mûçeyên xwe ji Rêveberiya Xweser werbigrin ji bo kar û pêwîstiyên xwe yên jiyanê birêve bibin.

Ferîd Sedûn herwiha got, “Rejîma berê ji ber ku kes vala nemîne, wan bi xwe ve girêdida û mûçe dida wan, ji bo ku jiyana xwe berdewam bike. Mixabin Rêveberiya Xweser jî li ser sîstemeke wisa sekinî ji bo xelkê tevlî xwe bike. Ew jî mabestên siyasî, aborî û îdeolojîk jî tê de hebûn.”

Li ser pirsa ku li Rojavayê Kurdistanê du tebeqe çêbûne, yek feqîr yek jî bêsînor dewlemend bûne, ew çawa çê bû, Sedûn got, ev sîstema ku tê şopandin hişt di Rêveberiya Xweser de civaka Kurdî li ser du astan ava bibe. Astek zêde dewlemend, asta din jî zêde xizan û hejar in.

Sedûn wiha berdewam kir: “Aboriya Rêveberiya Xweser di destê kesayetan de ye, ne di bin sîstemeke xuyanî  de ye. Ne sîstemeke lîberalî, marksî û civakî ye.  Ewan kesayetan li dor xwe komîteyan çê kirine, ew komîte hemû tiştên aborî, danûsetendinê bazirganî di destê wan da ne. Heta çûn û hatina deriyê Sêmalka deriyên aborî û bazirganî yên di navbera Rêveberiya Xweser û deverên din de di destên kesayetan de ye. Ew kesayet niha bêtir serkeftine. Samanên sereke wek petrol, hesin, pediviyên jiyanê di destên wan kesayetan de ye. Tenê ji wan re mafek heye kirîn û firotina wan tiştan bikin.”

Sedûn da zanîn, encamên sîstema Rêveberiya xweser ya ne rast hişt ku ev komiteyan çê bibin û kesên din tune bikin.

Di derbarê şefafiyetê de jî, akademîsyenê Kurd Ferîd Sedûn got: “Ti kes nizane budceya darayî ya Rêveberiya Xweser çi qas e, çi qas pere tên çi qas pere diçe heta îro ti zelalî tê de tine ye. Kes nikare lê bibipirse. Yên ku budceya Reêveberiya Xweser ji wan re tîne ew kes bixwe ne diyar in.”

Li ser mûçeyan Sedûn got, mûçeyên karmendên Reveberiya Xweser 46 milyar Lîreyê Sûriyê ye, lê ew pere ji kuderê û di kîjan riyan tên û di kîjan riyan de tên serfkirin ne xuya ye. Wezareta Plandanînê jî ne xuya ye. Veberhênan ku di Rêveberiya Xweser de çê dibin kî li ser wan disekine û kî wan birêve dibe heta roja îro ne diyar e.

Sedûn rexne li Rêveberiya Xweser dike û dibê, “ew hilberînên ku di Rêveberiya Xweser de çê dibe li kuderê çê dibe, kî dike, kî pê radibe van tiştan ne diyar û ne zelal in. Ji ber ku Rêveberiya Xweser bi tevahiya xwe di bin kontrola PYDê de bû,  PYDê jî li gor berjewendiyên xwe vê Rêveberiyê bi serve dibir, di şopîne û bi kar tîne. Ji bo ku ev sîstem pêşkeve divê wêneyeke giştî hebe. Qanûneke wek dewletê jê re hebe, ne di bin destê rêxistineke de be.”

Sedûn hişyarî da Rêveberiya Xweser û got, “Ger ev gendeliya ku di hindirê wê de hene çareseriyeke jê re neyê dîtin , ev yek jî dê bibe dijminatiyeke ji Rêveberiya Xweser re. Ji bilî metirsiyê derdora wan. Ger nikaribe xwe nû bike, pîlaneke xerab heye li hemberî wê.”

Tevî rexneyan û amajedan bi kêmasiyan, lê Ferîd Sedûn tekez dike, ku ew hêj jî bi awayekê erênî li Rêveberiya Xweser dinêrin û avakirina rêveberiyê weke destkeftekê bi nav dike û diyar dike, di rewşên dijwar de Rêveberiya Xweser karî kar bike, xizmetan pêşkêş bike û xwe ji hilweşînê biparêze. Sedûn dibêje: “Hêviyeke pêşkeftinê heye û dibe ku guhertineke di sîstema Rêveberiya Xweser de çêbibe, ji bo ku ev rêveberî bikaribe xwe pêşbixe û biparêze.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst