Sê dewletan li ser gaza siruştî li Derya Spî girêbestek îmze kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Derbarê danîna xeteke gaza siruştî ji rojavayê Derya Spî bo Ewropayê 3 dewletan rêkevtinek îmze kirin.
Yunan, Îsraîl û Qibrisê rêkevtineke sê alî pêkanîn bo kişandina boriyeke mezin a gaza siruştî ku ji rojavayê derya naverast a sipî bişînin bo Ewropayê.
Îmzekirina vê girêbestê di navbera hersê welatên Israîl, Qibris û Yunanê de rêyek nû bo vguhestina gaza sirûştî bo Ewropayê vedike.
Herwiha îmzekirina vê girêbestê di demekê de ye, ku Tirkiyê çalakî û xebatên xwe li deryaya naverast zêde kirine, da ku gza sirûştî derxîne.
Tirkiyê herwiha biryar daye, hêza leşkerî bişîne Lîbya, vê yekê jî nerazîbûna welatên navçeyê li pey xwe aniye.
Boriya gaza Îsraîl bo Ewropa bi navê Ist Med tê naskirin, 2 hezar kîlometre dirêjî lixwe digire û biryar e salane di navbera 9 heta 12 milyar pêyî sêca gaza sirûştî ya kêlgehên gaza Îsraîl û Qibris veguhezin Yûnan û piştre bo Îtalya û welatên din ên Ewropayê.