Rojane 500 barhilgir di deriyê Perwîzxan re derbas dibin

04-01-2018
RÛDAW
Ji ber ku deriyên sînorî 79 roj girtî bûn, Herêma Kurdistanê 42 milyon dolar zirar kiriye
Ji ber ku deriyên sînorî 79 roj girtî bûn, Herêma Kurdistanê 42 milyon dolar zirar kiriye
Nîşan Perwîzxan Deriyê Sînorî Bazirganî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Vekirina herdû deriyên sînorî yên Hacî Omeran û Perwîzxan liv û tevgerek xiste sektora bazirganiya Herêma Kurdistanê. Di roja yekem a vekirinê de, tenê di deriyê Perwîzxanê re 500 barhilgir û 35 geştiyar derbas bûne.

 

Bû 79 roj herdû deriyên Perwîzxan û Hacî Omeran girtî bûn û ji ber vê yekê Herêma Kurdistanê 42 milyon dolar zirar kiriye.

 

Li gor zanyariyên xelkê wê deverê, debara nêzîkî 20 hezar malbatan li ser deriyê sînorî yê Perwîzxan e û bi vekirina deriyên sînorî, ew jî cardin dest bi kar kirin.

 

Di 15ê Cotmeha 2017an de deriyê sînorî yê Perwîzxan ji aliyê Îranê ve hate girtin û piştî wê jî deriyê Hacî Omeran hate daxistin. Ev jî bû sedema wê yekê ku bazirganî û hawirdekirin raweste. Herwiha gelek welatî jî ji ber girtina deriyên sînorî, geştiyarî û pêwendiyên wan ên bi Îranê re qut bû û gelek kesên ku ji bo dermankirina nexweşiyên xwe diçûn Îranê ji çareseriyên pizîşkî bêpar man.

 

Nivîsîn: Îlyas Aslanhan

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst