HDP bo amarên TUIKê: Ev dizî ye, talankirin e

03-12-2021
RÛDAW
Nîşan Garo Paylayan HDP TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Berpirsiyariya Aborî yê HDPê Garo Paylan derbarê amarên dawî yên Saziya Amaran ya Tirkiyê (TUIK) ên enflasyona Mijdara 2021ê nerazîbûn nîşan da û got: “Ev dizî ye û talankirine.”

Saziya Amaran ya Tirkiyê amarên  enflasyona Mijdara 2021ê eşkere kirin û ev bû sedema nerazîbûna partiyên opozîsyona Tirkiyê. Piştî  ku nirxê lîreyê Tirkî li beramberî dolarê Amerîkî daket bihayê  piraniya kelûpelan zêdebû lê li gor amarên TUIKê bihayên serfkariyê di Mijdarê de salane ji sedî 21,31 zêdebûye. Ji aliyê din ve jî Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG), rêjeya enflasyona ya salane jî wek %58,65 ragihand.

Parlamenter û Hevserokê Berpirsiyariya Aborî yê HDPê Garo Paylan li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û got: “Koşkê enflasyona mehane wek %3.51 û ya salane jî wek %21,31 eşkere kir. Enflasyonê kêm nîşan didin ku mûçeyên  karker, karmend û malnîşînan kêm zêde bikin. Ev dizî ye! Talankirine!”

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî îro 3ê Kanûna 2021ê derbarê rêjeya zêdebûna enflasyona Mijdarê ku TUIKê belav kiribû û gotibû: “Em hatin me xwest zanyarî werbigrin. Enflasyona salane %21.31 e. Ev amar ne cihê baweriyê ne. Bi rastî enflasyon wek ku ew îdîa dikin? Eger TUIK amaran kêm dike tê wateya ku dibêjin emê kêm mûçe bidin karmend, karker û malnîşînan. Bo parastina mafên wan ez hatin vê derê. Minê pirs bikira ka ev amar ji kê wergirtine. TUIK bûye wek saziyeke koşkê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst