Alanya bi milyonan dolarî zerar kiriye

03-12-2016
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Alanya (Rûdaw) - Nîşaneyên xisar û têkçûna geştiyariya Tirkiye, herî zêde li navçeya Alanyayê ya Antalyayê xwe didin der. Stêrka behr, dîrok û xwezayê bi vekişîna geştiyaran cara ewil ew qasî bêdeng û xalî ketiye zivistanê. Bajarê ku her demsal şên û qerebelix e, niha weke çiyekî bêdeng maye. Zirara bajêr jî bi milyon dolaran tê tarîfkirin.


Navçeya Alanya  demsaleke tije zirar li dû xwe hişt û ket nava pelên sermayê. Li bajêr ji sedî 15ê otêl û kargehên geştiyariyê hatine girtin û pelên behrê bi hêrs li qiraxê diçeripin.


Mistefa Kiliçê xwediyê kargehakî niha di gumanê de ye, da ku dikana xwe bigire yan na.


Esnafê bi navê Mistefa Kiliç ji Rûdawê re wiha got: “5 salin ku em vê dikanê bikartînin. Me di warê geştiyariyê de îsal ji sedî 60-70 daketinek dît. Xisar mezin e. Di du salên dawîn de zivistanan jî geştiyar nayên û halê me giran e. Em her sal dibên înşalla dê baştir bibe lê ka em binêrin.”


Burcu Aktaş jî xwediya vê otêlê ye. Ew jî otêla xwe vekirî dihêle bi zirareke mezin. Bes ne mişterî hene, ne jî kesekî ku serdana wan dike.


Xwediya Otêlê Burcu Aktaş jî got: “Zirar gihîştiye navbera ji sedî 70 û 80yî. Me bi kapasîteya ji sedî 50 ev demsal bihorand. Bandora bûyerên terorî girantir kir rewşa me. Di demên normal de cîh nedihate dîtin lê îsal vala ye. Xuya ye ku dê di sala pêş de jî rewş baş nebe.”


Alanya ew bajar e ku li Tirkiye hişmediya geştiyariyê herî zû li vir dest pê kiriye. Sektor û bingeha geştiyariyê bêhtir bi rêk û pêk e û ji sedî 30ê 11 milyon geştiyarên ku serdana Antalya dikin têne vê navçeyê. Lê ew rojên geş, gelekî li dû mane. Berpirsên sektorê jî li hêviya hikûmet û alikariya wê ne.


Serokê Kompaniyên Geştiyariyê Suat Çavuşoglu jî wiha axivî: “Me îsal ji ber rûdenên melûm û qeyrana bi Rûsyayê re daketineke mezin dît. Otêlên me yên ku hatine girtin hene, hinek qet nehatin vekirin.  Em qeyraneke mezin ya di 15 salên dawîn de dijîn. Bes hikûmetê hin tedbîr girtine. Piştgiriyek heye. Hêviya me ew e ku sala bê ji 2016an baştir derbas bibe.”


Alanya ji bo hewandina 180 hezar geştiyaran goncav e. Salane 4 milyon geştiyar, tenê serdana vê navçeyê dikin. Dahata bajêr jî ji geştiyariyê 4 milyar dolar e. Herî zêde rûs, alman û îngiliz serdana navçeyê dikin. Piştî çûyina wan, hejmareke biçûk ji welatên kendavê û rojhilata navîn serdana vir dikin. Lê ew birîna bajêr nakewîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst