Muharrem Tekîn: Em dê ji bo Deriyê Rûbarok-Zêtê gavên nû biavêjin

03-11-2023
Nîşan Muharrem Tekîn Deriyê Rûbarok-Zêtê Colemêrg Koç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Odeya Pîşekar û Esnafan a Colemêrgê Muharrem Tekîn got, “Em dê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Deriyê Rûbarok-Zêtê gavên nû biavêjin.”

Deriyê Sînorî yê Rûbarok-Zêtê yê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de 10ê Gulana 2023yan bi merasîmekê hat vekirin.

Ji ber ku rê û xizmetguzarî nînin ew deriyê sînorî heta niha jî zêde aktîv nebûye.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Colemêrgê Onur Duşunmez ev mijar anî rojevê.

Onur Duşunmez da zanîn ku “Li Deriyê Rûbarokê xizmetguzarî û rê nînin.”

Serokê Yekîtiya Odeya Pîşekar û Esnafan a Colemêrgê Muharrem Tekîn ji Rûdawê re destnîşan kir dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewl bidin.

“Divê derî 24 saetan vekirî be”

Muharrem Tekîn bal kişand ser girîngiya Deriyê Rûbarok-Zêtê û got:

“Heke hewce bike em dê dest bi kampanyayeke nû bikin. Em dê bi wezaret û saziyên pêwendîdar re hevdîtinan bikin.

Helbet ev derî ji bo herêma me û welatê me gelekî bisûd e. Tenê saetên kar çûn û hatina otomobîlan heye.

Derî, dawiya hefteyan girtî ye. Ji ber vê yekê jî gelekî qrebalix e. Divê derî 24 saetan vekirî be.”

Tekîn da zanîn ku deriyên sînorî yên li Colemêrgê ne gelekî aktîv in.

Tenê li Colemêrgê endustrî nîne

Muharrem Tekîn bal kişand ser koça ji Colemergê jî û diyar kir ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tenê li Colemêrgê endustrî nîne.

“Ji ber hejariyê ji bajêr bar dikin”

Serokê Yekîtiya Odeya Pîşekar û Esnafan a Colemêrgê li ser koça ji bajêr got:

“Tenê di 5 salên dawiyê de 11 hezar 137 kesan ji Colemêrgê koç kir. Mixabin piraniya wan ciwan in.

Li gorî lêkolînên me gelekên wan ji ber hejariyê ji bajêr bar dikin.”

Muharrem Tekîn ragihand ku aktîvkirina deriyên sînorî dê rêyê li ber koçê jî bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst