Qedexeya li ser hawirdekirina bacanên sor hat rakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Herêma Kurdistanê deqexeya li ser hawirdekirina bacanên sor (temateyan) hate rakirin û  bazirgan dikarin wan berheman hawirde bikin. 

Berdevkê Wezareta Çandiniya Herêma Kurdistanê  Hisên Heme Kerîm ji Rûdawê re ragihand ku duh Şemiyê (02.11.2019) deqexeya li ser hawirdekirina bacanên sor hate rakirin.

Hisên Heme Kerîm diyar kir ku berî niha li ser daxwaza cotkaran û ji bo piştgîrîkirina berhemên naxweyî hawirdekirina hinar, hingivîn û bacanên sor hatibû qedexekirin, lê ji ber ku di vê mehê de berhemê navxwe yên bacanên kêm bûye, qedexeya li ser hawirdekirina wan hatiye rakirin.

Berdevkê Wezareta Çandiniya Herêma Kurdistanê  da zanîn ku qedexe li ser berhemên hinar û hingiv berdewam e. 

Hisên Heme Kerîm herweha da xuyakirin,  ku berî niha biryarek hebû zebeş, patete, xiyar û pîvaz bo her kîloyekê 350 dînar bac dihate wergirtin lê ji îro ve bac li ser hawirdekirina wan hate rakirin.