1600 jinên bazirgan li Kerkûkê hene

Kerkûk (Rûdaw) – Ji tevahiya wan 25 hezar bazirganên ku navê wan li odeya bazirganî û pîşesazî ya Kerkûkê hatiye tomarkirin, 1637 ji wan jin in. Lê Sekretera Giştî ya Jinên Bazirgan li Iraqê dibêje: “Tenê 20 ji wan çalak in.”

 

Piştî proseya azadiya Iraqê sektora bazirganî li bajarê Kerkûkê geşbûneke berçav lixwe girt û Kerkûk bû pira girêdana bajarên Herêma Kurdistan û Iraqê. Rola jinan jî di wê sektorê de heye, lê li hember mêran rola jinan pir kêm e.

 

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Kerkûkê Sebahedîn Saleyî ji Rûdawê re got, niha li odeya wan 1637 jinên bazirgan navên xwe tomar kirine ku karên bazirganî yên biçûk û mezin dikin.

 

Saleyî dilxweş e bi wê hejmara bazirganên jin ku li bajarê wî hene û dibêje: “Hemû xwedî kargeh û proje ne û kar dikin û qet jî natirsin, çimkî dizanin ku Pêşmerge bajêr diparêzin.”

 

Lê Sekretera Giştî ya Jinên Bazirgan li Iraqê Songul Çapuk red dike ew hemû jinên bazirgan li bajarê Kerkûkê hebin û dibêje: “Ew hejmar pir e, lê eger rast be jî, bi baweriya min tenê 20 jin bi rastî bazirgan in, çimkî her jinek dikare nasnameya bazirganî derxe û beşek ji wan wê nasnameyê ji bo rêwîtîkirinê bikar tînin. ”

 

Fayîze Husên jî ku bazirganeke bajarê Kerkûkê ye, têbîniyên wê li ser wê amarê hene û dibêje: “Hejmar pir e û nehatiye kategorîzekirin. Wek mînak jinek ku cihê wê yê ciwankariyê hebe, navê wê wek bazirgan hatiye qeydkirin.”

 

Songul Çapuk li gor tecrûbeya karkirina çend salan di warê bazirganî de diyar kir ku li ser asta Iraqê jin bi pileya yekem meyla wan diçe ser ciwankarî û cildirûtinê: “Ji sedî 90 ji jinan li Iraqê ji cildirûtinê hez dikin ji ber ku li malê jî kar dikin, lê li bajarê Kerkûkê hin jin hene şîrketên wan ên belêndertiyê hene û hin jin jî hene du kargehên wan ên mezin hene.”

 

Songul ku şîrketa wê ya belêndertiyê li Bexdayê heye, li Kerkûkê jî damezrêner û şêwirmenda şîrketa Kerkûkê ya hevgirtî ye, herwiha nûnertiya grûpên şîrketên amerîkî û îtalî li Iraqê dike ku di warê enerjiya elektrîkê de kar dikin. 

 

Ew jina sermayedar ku paş hilweşandina rejîma Iraqê bû endama encûmena hukim wek nûnera tirkmanên Iraqê, sermayeya xwe ya niha eşkere kir û got: “Mumkin e sermayeya min bigihe nêzîka nîv milyon dolarî.”

 

Kevintirîn bazirgana jin

 

Mumkin e kevintirîn jina ku di warê bazirganî de li wî bajarî kar kiribe, Feyrûz Nasih a 60 salî be ku di salên 70 yên sedsala borî de pêşî bi dirûtinê dest pê kir û piştre jî keçên xwe fêrî wê pîşeyê kirin: “Di salên 80yî de min dikan vekir û xelk şaş diman çawa jineke ciwan dikanê veke. Piştre min karê xwe mezin kir û min xaniyek girt. Niha jî min peymangehek vekiriye ji bo fêrkirina dirûtin û dîzayn û dirûtina cilûbergan ku piştî fêrkirina wan em derfetên kar jî ji wan re dibînin.”

 

Lê karkirina jinan li Kerkûkê ne bê kelem û bac e. Songul Çapuk amaje dide astengiyên li pêşiya jinan di warê bazirganî de û dibêje: “Civaka Kerkûkê û aliyê ewlekariya bajêr kelem e li pêşiya zêdebûna hejmara jinên bazirgan, çimkî eger aliyê ewlekarî baş be û hevkariya jinan bê zêdekirin, hejmareke bêhtir ji bo karkirinê têne pêş, lê hinek mêr jî qebûl nakin jinên wan kar bikin.”

 

Fayîze gotineke cuda dibêje û astengiyan bi jinan bixwe ve girê dide “Mixabin heta niha pêşketineke wiha di karkirina jinan di warê bazirganî de pêk nehatiye. Jin bixwe ji vê yekê berpirs in. Çimkî bi giştî jinên Kerkûkê di aliyê fikrînê de feqîr in. Pereyên wan hene, lê didin zêr û erdan û ji bazirganiyê hez nakin. Eger jin bixwe hewldanê nekin, wê civak çi ji wan re bike?”